Doza Kobanê ku parêzer beşdar nebûn rojek hat taloqkirin 2021-11-30 17:07:56   ENQERE - Di Doza Kobanê de ku parêzer û siyasetmedar ji ber mafê darizandina adil û rakirina şert û mercên parastinê ji holê hatine rakirin beşdar nebûn, rojek hat taloqkirin.     Danişîna 7’emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. 21 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar jê tên darizandin. Komek parlamenter û rêveberên HDP’ê danişînê şopandin.    MAZERET HATIN XWENDIN    Şandeya dadgehê ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin û daxwaznameyên mazereta siyasetmedarên beşdarî danişînê nebûn xwend. Şandeya dadgehê diyar kir ku di daxwaznameya mazerata siyasetmedaran de parêzeran mazerat nîşan daye ku beşdarî danişînê nabin û di daxwaznameyan de hatiye destnîşankirin ku periyoda danişînê were guhertin. Daxwaza parêzeran a ku du hefte perdiyoda danişînê were guhertin jî li dosyeyê hat zêdekirin.    DOZGER RED KIR    Dozger derbarê daxwaznameyên mazeretê de daxwaza xwe pêşkêş kir, mazeretên bi hêceta tenduristiyê qebûl kir û daxwaz kir ku mazeretên din werin redkirin.    PERIYODA DANIŞÎNÊ NEHAT GUHERTIN    Serokê dadgehê daxwazên bersûcên girtî ji bilî Alî Ûrkût, Gultan Kişanak û Bîrcan Yorulmaz nebin rûniştina dozê, ji muwekîlên dozê re bê dayîn û li odeyên girtîgehê kompîtur bên danîn red kir. Serokê dadgehê biryar da ku daxwaza parêzer Cîhan Aydin a redkirina daxwaza dadger sewqî dadgeha bilindtir bê kirin, biryar da ku îtîrazê ji 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re bê şandin.    Şandeya dadgehê ku biryar da danişînan di demên "2 hefte daraz, hefteyek betlane" bidomîne û rojek navber da danişînê.    Rûniştina sêyemîn a danişînê wê di 2'yê kanûnê de were lidarxistin.