Gardiyanan li girtiyê ku cilên xwe zivistanê xwest dan 2021-11-30 16:39:46 AMED - Ozgur Sevîm ê li Girtîgeka Beşîkduzu girtî ye cilên xwe yên zivistanê ku malbata wî jê re şandibû xwest, gardiyana xwe lê negirt û lê dan.    Ozgur Sevîm li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ya Tîpa T girtî ye. Malbata wî cilên zivistanê jê re şandin. Dema ku girtî Ozgur Sevîm cilên xwe ji gardiyanan xwesti bi êriş ango lêdana wan re rûbirû ma.    Ozgur Sevîm li malbatê geriya û rewşê ji wan re vegot. Dayika wî Behiye Sevîm (66) çû serî li Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê da û ji komeleyê daxwaza piştevaniya hiqûqî kir.    ‘TIŞTEK WERE SERÊ KURÊ MIN, BERPIRSIYAR ÎDARE YE’    Sevîm diyar kir ku 25 sal cezayê girtîgehê li kurê wê hatiye birîn, ev 6 sal in di girtîgehê de ye û wiha got: “15 roj berê me bi kargoyê cilên zivistanê şand. 3 sal in li Girtîgeha Beşîkduzuyê girtî ye. Gardiyanan jê re gotiye, 'Hûn bixwazin bimirin, em çi bikin?' Piştî ku wî bi israr cilên xwe xwestiye, vê carê gardiyanek bi navê Selçûk û 2-3 gardiyanên bi wî re muameleya xerab li kurê min kirin e û lêdane. Bi hêza îradeya girtîgehê ev êriş tên kirin. Em naxwazin zilmê li zarokên me bikin. Wê xwedê jî vê zilmê qebûl neke. Tiştek were serê kurê min, berpirsiyar ew gardiyanê bi navê Selçûk e û îradeya girtîgehê ye.”