Heyeta dadgehê jî nehat danişînê Doza Kobanê 2021-11-30 16:39:21   ENQERE - Doza Kobanê ku parêzer û siaysetmedar ji ber ji holê rakirina şertên parastinê û mafê darizandina adîlane tevlî nêbûn de heyeta dadgehê jî nehat eywana danişînê.    Li Enqerê, lê bendê ye ku duyemîn rûniştina 7'emîn danişîna Doza Kobanê ku piştî 6 salan bi hinceta çalakiyên 6-8'e cotmehê yên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê pêk hatibûn Hevserokên giştî û endamên MYK'an HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî bi giştî li 108 siyasetmedar hatibû vekirin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.   DANIŞÎNÊ DEST PÊ NEKIR   Ji ber ku daxwazên parêzer û siyasetmedaran ên ji bo sererastkirina vedora darnişînê di rûniştina duh de nehatibûn qebûlkirin tevlî danişînê nebûn. Danişîna ku parêzer û siyasetmedaran duh ragihandibûn wê tevlî nebin diviya ku îro saet di 09.30'an de dest pê bikire lê he jî heyeta dadgehê nehatiye eywana danişînê. Nivîsgeha dadgehê ku sedema derengmayîna dadgehê jê hat pirsîn da zanîn ku nexwedî agahî ye.   AKP'Î EYWANÊ TERIKANDIN   Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Mûrat Çepnî, Huseyîn Kaçmaz, Ridvan Tûran ji bo danişînê hatin Kampûsa Girtîgeha Sîncanê girtin hundir lê endam û rêveberên Rêxstina HDP'ê ya Enqerê jî di nav de kesên din ên xwestin danişînê bişopînin bi hinceta ku "heyet nehatiye" negirtin hundir. Parlamenterên AKP'ê yên hatin eywana danişînê jî ji ber ku danişînê dest pe nekir ji eywanê veqetiyan.    QEREBALIXIYA CENDIRME Û POLISAN   Tê diyarkirin ku ji ber heyeta dadgehê danişîna bêparezer nîqaş dike dest bi danişînê nake. Balkêş e îro li danişînê hejmareke zêde ya cendirme û polisan heye.