Derbarê nûçeyeke me de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-11-30 16:07:38   STENBOL - Bi hinceta nûçeya me ya "Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e" derbarê Midurê Karên Nivîsan ê ajansa me Ferhat Çelîk de lêpirsîn hat destpêkirin.    Derbarê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ku binpêkirinên li Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Turkoglûyê  ku bi ser navê "Li Girtîgeha Turkoglûyê ava vexwarinê nepaqij e "  kiribû nûçe de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mereşê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku li ser gilîkirina Midurê Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa L a Turkoglûyê hatibû destpêkirin de ji bo îfadeyê gazî Midurê Karên Nivîsand ê MA'yê Ferhat Çelîk kirin.    Çelîk, li Navenda Polisan a Taksimê ya Stenbolê îfade da û diyar kir ku di nûçeyê de mafê axaftinê ji rêveberiya girtîgehê re hî hatiye nasîn û ev tişt got: "Li gorî qanûna çapameniyê, me maf û rayeya xwe ya agahî dayînê bi kar anî. Nûçeya ku me çêkir di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye û sûcdariya li xwe qebûl nakim."