Piştgiriya Nobeta Edaletê: Heta qebûlkirina daxwazan em li cem we ne 2021-11-30 15:45:02   AMED - KCD, DBP û Komeleya Wêjekarên Kurd serdana Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin kirin û gotin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê li cem wan bin.    AMED - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazê wan hatine şewitandin a li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 15'an de berdewam dike. Keça Abdulhalîm Kirtay ku li Girtîgeya Tîpa T a Şakranê ya Îzmîrê 30 sal in girtî ye Herdem Merwanî 3 roj bûn ji bo tedawîkirina girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de bû. Merwanî, greva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir û tevlî Nobeta Edaletê bû.    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Komeleya Wêjekarên Kurd serdana malbatê di nobetê de kirin.    Ozturk, Aydenîz û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sûltay Yaray, di serdane de axaftin kirin û piştgiriya xwe ya ji bo malbatan anîn ziman û gotin ku heta daxwazin malbatan bên qebûlkirin dê li cem malbata bin.