Cenazeyê ciwanê winda hat dîtin 2021-11-30 15:21:19   ŞIRNEX - Li gundê Nervane yê Sîlopyayê ciwanê ku 3 roj bûn agahî ji nedihat girtin cenazeyê wî hat dîtin.   Li gundê Nervane yê girêdahî navçeya Sîlopyayê ya Şirnexê ciwanê bi navê Gazî Ozturk (18) ku ji 28'ê mijdarê ve agahî jê nedihat girtin cenazeyê wî di axura nêzî mala wan de hat dîtin.    Cenazeyê Ozturk ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.    Piştî otopsiyê sedema teqez a Ozturk bê diyarkirin û cenazeyê wî dê li gund bê veşartin.