Çalakiya malabta Karaaslan a li ber edliyeyê didome 2021-11-30 15:14:55   AMED - Çalakiya malbata Karaslan ku xizmên wê hatine kuştin a li ber Edliyeya Amedê didome.   Di 18'ê tîrmeha 2020'an de li gundê Kagitli yê navçeya Bismil a Amedê, sercerdevan Mahmût Karaaslan bi 5 kurê xwe re êrişî hevjîna xwe ya bi mehra olî Hamdiye Şik (61) û kurê wê Kadîr Karaaslan (26) kiribû û ew kuştibûn. Ji ber vê bûyerê doz li Karaaslan û zarokên wî hatibû vekirin û ji ber kuştina 2 kesan û hewldana kuştina 8 kesan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan ku ew jî mîna wî cerdevan e hatibûn girtin.   Beriya demekê derketibû holê ku sercerdevan Karaaslan û kurê xwe Sîdar Karaaslan bi 10 milyona TL bertîl hatine berdan. Li ser vê yekê zarokên Şik ên din û xizmên wê li pêş Edliyeya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn. Ferdên malbatê îro careke din hatin ber edliyeyê   Ferdên malbatê ku lêgerîna xwe ya edaletê didomînin daxwaz kirin ku faîlên cinayetê yên bi bi 10 milyon TL'yî hatine berdan careke din bên girtin.    Ferdên malbatê ku bi zarokên xwe re hatin ber edliyeyê û gotin ku ewlehiya canê wan tune ye, di çalakiyê de dovîzên "Bertîl girtin û kujeran berdan" , "Me bi keleşê gule baran kirin, bertîl dan hatin berdan" , "Ewlehiya canê me tune ye, kujeran berdan" hil girtin.    Sertaş Karaaslan ku dayik û kekê wî hatine kuştin, ji gundiyên xwe xwest ku faîlên cinayetê ji gund derxin û nehêlin li gund bijîn.