Polîsan hunermendên strana kurdî strîn binçav kirin 2018-02-18 18:15:49 STENBOL - Polîsan 2 hunermendên li Gungorenê di dawetê de stranên kurdî strîn û xwediyê dawetê binçav kirin.  Li salonek dawetê ya li Gongorena Stenbolê hunermend Îhsan Acet û Înayet Şarkiç ên di dawetê de bi kurdî stran strîn û xwediyê dawetê Hikmet Akyol hatin binçavkirin. Dema hunermendan di dawetê de stran distrîn polîs hatin salona dawetê û bi hinceta "navê YPG/YPJ'ê derbas bûye" hunermend û xwediyê dawetê bi sucdariya "propaganda rêxistinê kirine" binçav kirin. Polîsan, hunermen û xwediyê dawetê birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê.