Midûra me ya Karên Nivîsê Çetîner û nûçegihana me Ceyhan hatin berdan 2018-02-18 17:30:50 STENBOL – Midûra me ya Berpirsyara Karên Nivîsê ya ajansa me Elîf Çetîner û nûçegihana me Melîke Ceyhan yên nûçe dişopandin hatin binçavkirin, hatin berdan.  Midûra me ya Berpiryara Karên Nivîsê ya ajansa me Elîf Çetîner û nûçegihana me Melîke Ceyhan di dema şopandina nûçeyê de li taxa Haci Ahmet a Beyogluyê ya Stenbolê, têketina taxê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, hatin berdan. Polîsan di GBT’ê de kontrola nasnameya Çetîner û Ceyhan kirin û pişt re ew binçavkirin. Çetîner û Ceyhan birin Qereqola Polîsan a Kasimpaşayê. Piştî li qereqola polîsan îfadeya Çetiner û Ceyhan stend, hat fêrbûn ku bi hinceta "îxbarê" hatine binçavkirin.    Di îxbarê de hat gotin ku kesên tarîfa wan hatine kirin û gotine "Der barê Efrînê de roportaj digirin dişibin Çetiner û Ceyhan. Hat gotin ku li vê herêmê kurd zêde dijîn û dibe ku provokasyon be. Piştî îfadeya Çetiner û Ceyhan girtin serbest hatin berdan.