Leşkerên Tirkiyê li Zirganê bi îşkenceyê kesek kuştin 2021-11-28 23:59:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Ridwan Îd Numan El Ehmed ê li ser sînorê Rojava - Tirkiyeyê ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatibû girtin, di encama îşkenceya ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da.   Ridwan Îd Numan El Ehmed (40) ku bi du hevalên xwe re dixwest ji gundê Erada yê Zirganê derbasî Tirkiyeyê bibe, ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat dîtin û dîl hat girtin. Nûman El Ehmed ê ji aliyê leşkeran ve rastî îşkenceyê hat, di encama îşkenceya ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Nûman El Ehmed ji bo radestî malbata wî bê kirin, birin nexweşxaneya Şehîd Xebat a bajarê Dirbêsiyê.