Li Mêrdînê 25 kes hatin berdan: Şahidê veşarî yê sexte kirine hêceta binçavkirinê 2021-11-28 22:14:17   MÊRDÎN - Ji 45 kesên ku li navend û navçeyên Mêrdînê hatibûn binçavkirin 25 kes serbest hatin berdan. Hat diyarkirin ku 20 kesên ku lêpirsîna wan hêj berdewam dike bi îfadeyên "şahidên veşarî" ku sexte ne di binçavan de tên ragirtin.    Îfadeya polîsan a kesên di 27'ê Mijdarê de li navend û navçeyên Mêrdînê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, di nava rojê de dest pê kir. Endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Ayav, Kudret Uçuk, Ruken Aslan û Vesîle Yuksel jî di nav de 25 kesên ku bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatin binçavkirin, îfadeya wan a li miduriyeta polîsan bi dawî bû. Piştî îfadeyên 25 kesan hatin girtin, bi fermana dozger bêyî ku bibin Edliyê hatin berdan.    STRANÊN KURDÎ KIRINE MIJARA SÛC    Hat diyarkirin ku endamên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê di hefteyên dawî de li Mêrdîn û navçeyên wê ji ber çalakiyên hûnerî yên zarokan hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku stranên kurdî yên di şahiyên zarokan de hatine gotin kirine mijara sûc û ji wan hatiye pirsîn ku bi fermanan çalakiyan li dar dixin an na.   ‘ŞAHIDÊ VEŞARÎ’ YÊ SEXTE KIRIN HÊCETA BINÇAVKIRINÊ   Nêzî 20 kesên ku di nav de Dayikên Aştiyê, rêveber û parlementerên HDP’ê û rêveberên sendîkayan hene di çarçoveya lêpirsîneke cuda de hatibûn binçavkirin hê jî di binçavan de ne. Têkildarî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û daxuyaniyên çapemeniyê û yên ku xebatên wan ên sendîkayan tên sûcdarkirin. Hat zanîn ku derbarê binçavkiriyan de îfadeyên “şahidên veşarî” yên bi navê “1T4PK6P51 (TOPKAPI)”, “19K2ZL3L20M23 (KIZILELMA)” ve “ML1Z0G7R1T (MALAZGİRT)” li dosyeyên wan hatine zêdekirin. Ji van şahidên veşarî bi navê “ML1Z0G7R1T (MALAZGİRT)” berê derketibû holê ku sext ye. Lê li gel ku sexte ye jî di dosyeya van binçavkiriyan de jî heye.