Cenazeyê ciwanê winda di Gola Wanê de hat dîtin 2021-11-28 21:35:05     BEDLÎS - Cenazeyê Îshak Çaglayan ê 17 salî ku 21 roj berê winda bûbû, di Gola Wanê de hat dîtin.    Hat ragihandin Îshak Çaglayan (17) ê xwendekarê Kursa Wargeha Abdurrahman Gazî ya navçeya Xelata Bedlîsê di 7’ê mijdarê de winda bûye. 21 roj bû agahî ji ciwanê ku ji Çewligê ji bo xwendinê çûbû Xelatê nedihat girtin.    Îro di saetên êvarê de cenazeyê Çaglayan li dehma Mala Mamosteyan a Xelatê di Gola Wanê de hat dîtin.  Hat diyarkirin ku cenazeyê wî nedihat nasîn lê belê xalê wî ji saeta di destê xwarziyê xwe de teşhîs kir. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneya Wanê.    Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dan, ciwan ji kursa quranê reviyaye û herî dawî dema li Xelatê xwarin dixwar hatiye dîtin û agahî jê nedihat girtin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê meqamên resmî heta niha tu daxuyaniyek nedan.