Karamollaoglû, serdana malbata Şenyaşar kir 2021-11-28 17:31:41   RIHA - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, serdana malabata Şenyaşar a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê bênavber didomîne kir û wiha got: “Em bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Îşelah wê rojekê edalet pêk were.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 265’emîn de didome. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû ê ji bo tevlî 6’emîn Kongreya Partiya xwe ya Rihayê bibe hat Rihayê serdana malbata Şenyaşar kir. Di hevdîtina ku li eywana konferansa navenda danûstandineke li bajêr pêk hat de, Ferît Şenyaşar têkildarî têkoşîna xwe ya edaletê Karamollaoglû agahdar kir.    ‘EM BÛYERÊ DIZANIN’   Karamollaoglû jî tiştên qewimîn bi lêv kirin û wiha got: “Em tenê dikarin tiştên qewimîne li cihê ku em lê ne îfade bikin. Ji wê wêdetir nikarin biçin. Em bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Îşelah wê rojekê edalet pêk were.”   Dayika Emîne Şenyaşar jî diyar kir ku êdî hêza wê têra bêadeletiyê nake û wiha got: “Malbata min xelas kirin, kurê min girtin. Alîkariya me bikin.”