Meclîsa Jinan a HDP’ê bernameya 8’ê Adarê aşkere kir: Ya azadî ya azadî 2018-02-18 14:36:14 ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê bi dirûşmeya “Ev wiha naçe, ya azadî ya azadî” bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkere kir. Berdevka Meclîsa Jinan Besîme Konca diyar kir ku ew ê rûhê berxwedana kongreya HDP’ê veguhezînin qadan û bêjin "Ya azadî ya azadî."   Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî kongreya HDP’ê civîna xwe ya ewil li dar xist. Meclîsê ragihand ku wan starta bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê da destpêkirin. Jinan piştî navbera dayîna civîna Meclîsa Partiyê xwe civîna çapemeniyê li dar xist.  Meclîsa Jinan daxuyand ku dê pîrozbahiyên 8’ê Adarê di 1’ê adarê de dest pê bikin.    ‘EM Ê RÛHÊ KONGREYÊ VEGUHEZÎNIN QADAN’    Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Besîme Konca di civînê de axivî û got ku wan di civînê de pevajoya du salên pêşiya me nirxandine û rojeva civînê ya giştî jî li ser plansaziya 8’ê Adarê pêk hatiye. Konca da zanîn ku 8’ê Adarê her sal li Tirkiyeyê bi qedexe û astengiyan derbas dibe û got: “Tabloya li Tirkiyeyê diqewime tabloyek giran e. Lê dê dîsa jin di 8’ê Adarê de derbikevin qadan û dê ji vê rêveçûnê re bêjin na û raweste. Em ê bi rûhê berxwedana demokratîk a ku ji kongreya me derket, em ê vî rûhê hefteyekê veguhezînin qadan.”    'YA AZADÎ YA AZADÎ’    Konca bal kişand ser pêvajoya şer û wiha domand: “Îro Tirkiyeyê ber bi şerekî giran ve dibin. Ên ku ‘Ji şer re dibêjin na’ jî tên binçavkirin û girtin. Hemû mêtingerî rewa dikin û em di pêvajoyek wiha de derbas dibin. 8’ê Adara pêşiya me dê ji bi dirûşmeya ‘Ev wiha naçe, ya azadî ya azadî’ dê bê pîrozkirin.”    Konca destnîşan kir ku dê pîrozbahiyên 8’ê Adarê di 1’ê adarê de dest pê bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li her cihê ku rêxistinên me lê hene, em ê ji jinên girtî re kartan bişînin. Em ê panel, civîn û şahiyan li dar bixin. Dê roja 8’ê Adarê jî bi mitîngên girseyî yên navendî bi çalakî û şahiyên cûr bi cûr bi dawî bibe.”