KODA Dibistana Agahiyên Jiyanê didomîne 2018-02-18 13:41:17 KOCAELÎ - Akademisyenên hatin îxrackirin û KODA ava kirin, bi Dibistana Agahiyên Jiyanê têkoşîna xwe berdewam dikin. Akademîsyen dê sibê li dibistanê dayina dersan berdewam bikin. Heta nihagelek kesan serî li dibistanê dan. Alk. Doç. Derya Keskin, diyar kir ku dê ji jiyane dersan bidin.  Akademîsyenên Zanîngeha Kocaelî (KOU), yên bi KHK'ê hatin ixrackirin, salek berê bi dirûşmeya "Em bajarê xwe û xwendekarên xwe terk nakin" Akademîya Piştevaniya Kocaelî  (KODA) ava kirin. Akademîsyenên ku her hefte roja çarşemê li Dibistana Agahiyên Jiyanê ders didan, dê sibê dîsa dest bi dayîna dersan bikin. Dibistana ku bê pere dersê dide heta niha gelek kesan serî lê dan û dixwazin tev li perwerdehiyê bibin.    Têkildarî dibistanê Alk. Doç. Derya Keskin, diyar kir ku ew bêtir wekî enstîtu nêzî dibistanê dibin û wiha got: "Navê jiyanê hebûna xwe ji geşedanên nava jiyanê digire. Hemû dersên ku li vir bên dayîn dê jiyanê bên dayîn. Em dixwazin gelê bajar tev li vê dibistanê bibe. Li dibistanê dê atolyeyên xwendin, seminer, qadên niqaşan hebin. Em dê tişta li Zanîngehê pêş diket bêtir mezin û fireh bikin. Em dê gel tev li niqaş û perwerdehiyê bikin. Em dixwazin ji kesên cuda qadek hevpar ava bikin û têkildarî jiyana gelê bajar dersan bidin.    Dê li dibistanê dersên; Avakirin û xerakirina Zanistiyan, Spora xwezayê û mirov, Niqaşên perwerdehiyê, Xwendina Medyaya rexneyî, Ked û Huner, Îmge û Raman, Lekolînên Kocaelî, Nexşeya Mûzîkê ya Kocaelî, Niqaşên di Marksizmê de, Têgehên bingehîn ên Siyasetê, Azadî û mafên bingehîn, Keda Jinê û Zayendiya civakî, Wekî berpirsiyariya Civakî Hekîmtî. Li Tirkiye ji nûve avakirina dewletê, Li Tirkiye nûjenî û rêbaz.