Temellî: HDP'ê berpirsiyariya eniya demokrasiyê girt ser milê xwe 2018-02-18 12:48:52 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civîna Meclîsa Partiyê ya HDP’ê de diyar kir ku piştî kongreyê berpirsiyariya avakirina eniya demokrasiyê dane ser milê xwe.  Rêxistina Partiya Demoratîk a Gelan, piştî 3'yemîn Kongreya Asayî ya yekemîn civîna Meclisa Partiyê ya nû li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Çankayayê pêk anî. Hevserokên HDP'ê yên nû Pervin Buldan û Sezai Temellî jî tev li civîna meclîsê bûn.    ‘HDP'Ê BERPIRSIYARIYA ENIYA  DEMOKRASIYÊ GIRT SER MILÊ XWE'    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axaftina vekirinê kir û wiha got: "Kongreya me di serdemek pir stratejik de pêk hatiye. Stratejîk e, ji ber ku di sala 2018'a de dê bibe sedema dijwar a îtîfaqa mîllî. Şikadina vê yekê dê bi avakirina eniya demokrasiyê pêkan be. HDP'ê bi vê kongreyê ev berpirsiyarî girt ser milê xwe. HDP, bang li hemû hêzên demokrasî, dijberên şer û hemû kesên dixwazin li welatekî azad bijîn dike ku beşdarî vê eniyê bûn. Tenê ev bang têr nake. Ji bo ev enî bi hêz bê avakirin, divê em bi xirt vê yekê  bi rêxistin bikin. Em dikarin vê yekê pêk bînin. Tenê em ji xwe bawer bin û em bi biryar bin bes e. Em mecbûrin vê yekê bi ser bixin. Berpirsiyariya herî girîng dikeve ser milê Meclîsa Partiyê. Em dê têkoşîna xwe mezin bikin."   DI ŞEXSÊ DEMÎRTAŞ DE HDP HAT DARIZANDIN   Temellî, anî ziman ku wan kongreya xwe bi tevlêbûna 32 hezar kesan pêk anî û wiha got: “Geşedanên hefteyek piştî kongreyê pêş ketin, nîşan dide ku em di nava fitlonekek çawa dene. Bûyera Selahattin Demirtaş, dê di demên pêş de di fakulteyên hiqûqê de wekî ders bên dayîn. Ji bo daraz carek din bêhiqûqiyên wisa neke dê wekî ders bê dayîn. Yên ku Demîrtaş darizandin di heman rojê de li salonek tenişta me îdîanameya wan dihat xwendin. Îdîanameya ku endamên FETO amade kir, feraseta li dijî îtîfaqa FETO+AKP'ê derketin in. Di şexsê Selahattin Demirtaş de HDP hat darizandin."    ‘KEMALBAY JI BER AŞTÎ XWEST HAT BINÇAVKIRIN'   Temellî, anî ziman ku hevseroka wan a berê Serpil Kemalbay hefteyek e di bin çavan de ye û wiha got: “Ji ber di kongreyê de axtî xwest, hat binçavkirin. Yek ji pêşengên tenduristiya civakê Onur Hamzaoglu, jî ji ber aştî xwest hat girtin. Çima hat girtin ji ber ku got aştî. Komek hevalên me hatin berdan, lê Mamoste Onur û hevala me Fadime hat girtin. Ev nişan dide ku zagon nayên naskirin. Yê ku zagonan nas nakin rayedarên darazê bi xwe ne. Ev nîşan dide ku daraz bi fermanê tev digere. Tevî ku biryara AYM'ê hebû jî dîsa Ahmet û Mehmet Altan û Nazlı Ilicak rastî cezayê muebeta giran hatin. Ev yek li du tera cîhanê tune ye. Bifikirin Deniz Yucel hat berdan lê bi fermana Merkel hat berdan. Di encama bazarê de hat berdan. Em ji Merkel bipirsin piştî Deniz Yucel hat berdan mirov dikare bêje li Tirkiye azadiya çapemeniyê heye?"    'EM BANG LI HER KESÎ DIKIN KU HEVPAR TÊBIKOŞIN'   Temelli, anî ziman ku jiyanek azad bi têkoşîna hevpar pêkan e û wiha got: "Hiqûqiya li vî welatî pêş dikeve berpirsiyariya me tevan e. Pirsgirêka hemû gelan e. Em wekî mijara Efrînê û pirsgirêka kurd bawer dikin ku pirsgirêk bi aqilê navneteweyî çareser bibe. Îro pirsgirêk bi hişmendiya Erdogan û îtîfaqa mîllî çareser nabe. Di rojên pêş de têkoşîna gelê kurd, têkoşîna kedkarên Tirkiye û têkoşîna jinan tekoşîna me tarîf dike. Ev têkoşîna hevpar têkoşîna aştî û demokrasiyê ye. Em bang li hemû kesên alîgirê demokrasî, aştî û azadiyê dikin ku em bi hevre têkoşînê xurt bikin û bilind bikin. Divê em bi zanebûn têkoşîn û xebatên xwe yên rêxistinî mezin bikin."