Li Ceyhanê 2 kes hatin girtin 2018-02-18 12:17:59 EDENE – Li Ceyhanê ji 5 kesên hatibûn binçavkirin 2 kes jê bi hincetên parvekirinên medya civakî hatin girtin.  Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê du roj berê niha polîsan 5 kes bi hinceta parvekirinên medya civakî binçav kiribû. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê ew derxistin edliyê. Her 5 kes jî piştî darizandna li dozgeriyê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Li dadgehê 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 2 kes jî bi îdiaya “Propganda rêxistinê kirine” hatin girtin û ew şandin girtîgehê.