Nûnerê TRT Turkê yê Sûriyeyê: Operasyona Efrînê pêş nakeve 2018-02-18 11:37:29 STENBOL – Nûnerê TRT Turk ê Sûriyeyê yê berê Musa Ozugurlu da zanîn ku operasyona Efrînê wek ku tê xwestin birêve naçe û got: “Ev dide nîşandan ku berxwedana hundir tê wateya çiqas xûrt e.”  Musa Ozugurlu di navbera 2012-2016’an de Nûnertiya TRT Turkê ya Sûriyeyê kir û niha jî geşedanên li Sûriyeyê ji nû ve dişopîne. Ozugurlu operasyona Efrînê ya dikeve roja 30’yemîn nirxand. Ozugurlu operasyona 30 rojan di warê leşkerî de girt dest û got: “Dema em ji Bakur, rojava û Azezê ve lê binêrin, pir ji navenda Efrînê ne dûr e. Di warê erdnîgariyê de cihê herî dûr 20-25 kîlo mîtro ye. Ev mehek e operasyon ji deverekî derbas nebûye. Ev dide xûyakirin ku li aliyê din tenê li herêma sînor hin eniyan ava kirine. Ev dide nîşandan ku berxwedana hundir tê wateya çiqas xûrt e.”    ‘BERXWEDAN XÛRT E’    Ozugurlu bal kişand ser pêşneketina li dijî Efrînê û got: “Ev ne pêşneketin dide xûyakirin ku li hundir berxwedanek xûrt heye. Di aliyê leşkerî de rewş ev e. Di daxuyaniyên her dua liyan de windahiyan zêde didin nîşandan. Ev jî di têkoşînên wiha de ji bo her du aliyan jî xwezayî ye. Ya ku operasyonê da destpêkirin û bi îdia tevgeriya û bi plansaziyên mezin operasyonê da destpêkirin Tirkiyeye. Lê dema mirov niha lê dinêre Tirkiye destkeftiyek girîng bi dest nexistiye. Atmosfera serê ewil dan nîşandan û rewşa niha ne wek hev birêve diçe. Dide xûyakirin ku ev operasyon jî tu encamê nagire.”   'HIKÛMET DÊ DI REWŞEK ZOR DE BIMÎNE’    Ozugurlu destnîşan kir ku windahiyên di operasyona Efrînê de dê demek şûn ve di nava raya giştî de aciziyek derxe holê û wiha got: “Hin rojname dibêjin ku sivîl li Efrînê tune ne, rastiyê nadin nîşandan. Zêdebûna windahiyên sivîlan dê zextên nanvetewî bêtir bike. Mirina endamên artêşê jî dê zextên raya giştî jî arasteyî hikûmetê bê kirin. Heta niha hin windahî hene. Heta îro ev wek atmosfera serkeftinê tê nîşandan. Dê ji demekî şûn ve ev serkeftin belav bibe. Piştî belav bibe hikûmet neçar e bi awayekî hesabê vê yekê bide. Ji ber vê yekê jî dê zextên siyasetê j ili ser hikûmetê zêde bibin. Dibe ku ne bi lez be, lê dê hikûmet ji demekê şûn ve di rewşek zor de bimîne.”    ‘DYA GAV PAŞ DE NEAVÊT’   Ozugurlu rageşiya di navbera Tirkiyeyê û DYA’yê jî nirxand û got ku DYA  di mijara Bakurê Sûriyê de paş de gav neavêt.    'DÊ EFRÎN BIBE KOBANA DUYEMÎN’    Ozugurlu diyar kir ku ji bo kurdan dê Efrîn bibe Kobana duyemîn û got: “Dê li wir berxwedanek girîng pêk were. Wê helwesta raya giştî ya navnetewî jî li gorî vê yekê biguhere.”    MA / Yasîn Kobulan