Ji AKP'iyan kampanyayek balkêş 2018-02-18 09:56:43 ERDEXAN - Baskê Ciwanên AKP'ê yên Erdexanê, di bin navê piştevaniyê bi esnafan re kampanya “sifteh ji me" daye destpêkirin. Ciwanên AKP'ê di bin navê siftehê pereyên di zarfan de dîsa li rêveberên AKP'ê belav dike.   Baskê Ciwanên AKP'ê yên Erdexanê, di bin navê piştevaniya esnafan de kampanya "Sifteh ji me" dan destpêkirin. Di kampanya "Sifteh ji me" de derket holê ku Ciwanên AKP'ê li ser navê piştevaniya esnafan pere dixin nava zerfan û li şûna li esnafan belav bikin, didin rêveberên AKP'ê. Derket holê ku ciwanên AKP'ê zarfa di navde nîşeya "Her karê bi Bismillahê dest pê dike bi xêr digere. Serokatiya Baskê Ciwanên AKP'ê. Sifteha we ya Duşemê bila ji me be. Karê we bi xêr be" û 10 TL heye li dane Serokê AKP'ê yê bajar û rêveberên wan. Bi vî rengî dîsa pereyên AKP'ê didin AKP'îyan. Hat zanîn ku zarfên li esnafên AKP'î û rêveberên AKP'î belavdike, li esnafên MHP'î jî belav dike. Ciwanên AKP'ê yên zarf danîn klînîka Bêtariyê ya Dogu-Vet a Yunus Baydar, piştre bi îşareta Rabia wêne kişandin.