Yîgîtalp: Hindik maye bêhn standin jî sûc bihesibînin 2018-02-18 09:13:36 ENQERE - Wekîla HDP'ê ya Amedê bertek nîşanê girtin û binçavkirinên li dijî HDP'ê da û ev tişt got: "Ji destê wan bê dê bêhn stadinê jî bikin sûc. Ev yek hişmendiya ji derveyê xwe tu kesî qebûl nake ye." Di çarçoveya operasyonên li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), duh li Enqereyê endamê Lijneya Hevhatinê yê HDP'ê û endamê Koma Aştiyê Seydî Firat ê li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999'an de hat Tirkiyeyê û rêveberên HDP'ê jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin.   Wekîla HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bertek nîşanî binçavkirinan da, aşkera kir ku ev ne nû ye, berî kongreyê jî gelek kes hatine binçavkirin û girtin.   'DI KONGREYÊ DE BERSIVA PÊWÎST HAT DAYÎN'   Yîgîtalp da zanîn ku ruxmê zextan û binçavkirinan jî bi hezaran kes beşdarî kongreya wan bûne û ev tişt anî ziman: "Dixwestin bi zordariyê kongreyê asteng bikin; lê gelê me ev pêkanîn vala derxistin. Ew qas mirov zêde bûn ku gelek kesan nekaribûn xwe bigihînin qada kongreyê. Ev bersiva herî baş bû gelê kurd da binçavkirinên AKP'ê."   ‘KONGREYÊ TEHMUL NEKIRIN’   Yîgîtalp destnîşan kir ku desthilatdariyê tehmlê kongreyê nekiriye û ji ber wê careke din berê xwe daye operasonên binçavkirinê, dixwaze bi tevahî siyaseta demokratîk ji holê rake. Yîgîtalp bi lêv kir ku desthilatdarî ji derveyê xwe, tu dengî qebûl nake, lê ew ê jî dest ji têkoşînê bernedin û ev tişt got: "Vê siyasetê ne bi me dest pê kir, ne jî bi me diqede. Ev emanetê ku me ji gelê xwe girt, em berdewam dikin. Dê gelê me dest ji têkoşînê bernede."   ‘NIRXÊN MIROVÎ JÎ SÛC E’   Yîgîtalp bi lêv kir ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onur Hamzaoglu û Serokwekîla Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) Fadîme Çelebî hatine girtin, hevseroka wan a berê Serpîl Kemalbay hêj di bin çavan de ye û wiha pê de çû: “Hevrêyên me yên hatin giritn, ji ber ku şer nexwestin, aştî dixwestin hatin girtin. Ji ber helwestek mirovî hatin girtin. Hişmendiyeke ku hemû axaftinê qedexe dike li pêşberî me ye. Ev desthilatdarî naxwaze em mafên xwe yên mirovî bi kar bîni."   'DI DEMOKRASIYÊ DE REXNE NEBE NABE'   Yîgîtalp derbirî ku desthilatdarî rojevên sûnnî diafirîne û destûrê nade pirsgirêkên heyî bên axaftin, vê yekê jî bi operasyona li dijî Efrînê bi pêş dixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Operasyona Efrînê bi tevahî nîqaş ji holê rakirine. Her gotina der barê Efrînê de sedema girtinê ye. Bi vê re hiqûqê bê deng dike, eyerê dide her tiştî. Mirov ji ber parvekirinên medyaya civakî jî tên girtin. Ji ber parvekirinekî welat ne zeyîf dibe, ne jî paş dikeve. Ev rexneyek e. Di demokrasiyê de rexne tiştekî ne be nabe. Piçek maye bêhn standinê jî sûc dibînin."   ‘EM Ê GOTINA XWE BÊJIN’   Yîgîtalp aşkera kir ku jin hişê civakê ne û ji ber wê herî zêde destkeftiyên jinan dikin armanc û wiha axivî: "Di siyaseta kurd û sosyalîstên çep de jin pêşentgiyê dikin. Ji ber ku jin bi ruhê berxwedanê pêşengiyê dikin, vê yekê hezim nakin. Qeyûmên ku tayînê şaredaryan kirin, siyasetmedarên jin ên hatin girtin, tev ji bo bêdengkirina polîtîkaya jinê ye. Siyaseta serdest, milîtarîst her dem li jinê dixe. Em wekî jin em ê li her derî, li kuçe, kolan û meclisê dengê xwe bilind bikin."   Yîgîtalp bi lêv kir ku HDP û HDK berdevkên nasname û rengên cuda ne, lê pergala milîtarîst, serdest vê yekê naxwaze û axafina xwe wiha bi dawî kir: "Êrîşa li dijî HDP'ê, di heman demê de êrîşa li dijî birdoziya azadiyê, demokrasiya radîkal û hişmendiya ne meshebî ye. Em ê têkoşîna hemû nasname û cudahiyan bidin."   MA / Bêrîvan Altan - Dîren Yurtsever