‘Li Tirkiyeyê têkoşîna topyekun şert e’ 2018-02-18 09:11:55 MÊRSÎN – Nûnerên CHP, EMEP'ê û Şaxa Egîtîm Senê yên Mêrsînê, diyar kirin ku desthilatdarî bûye amûra tundiyê. Nûneran anîn ziman ku ji bo OHAL û KHK bên rakirin, xwest kesên alîgirê demokrasî, azadî û kedê bi hev re têbikoşin.  Piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê hikumeta AKP'ê di 20'ê Tîrmeha 2016'an de 3 mehan Rewşa Awarte (OHAL) îlan kir û 6 caran OHAL dirêj kirin. Di vê demê de binpêkirinên mafan zêde bûn û azadiya remanê ji holê hat rakirin. Projeya Edaleta Cîhanê (JWP) ji bo pergala hiqûqê ya welatan binirxîne bi ser navê "Endeksa Serweriya Hiqûqî" amade kir, Tirkiye di sala 2017'an de 2 pîleyan paşve çû di nava 113 welatan de di rêza 101'an de cih girt.   AKTAY: HÊJ OHAL’A BI ÊZ MAYE   Serokê Rêxistina CHP'ê ya Mêrsînê Adil Aktay, diyar kir ku bi hinceta darbeyê binpêkirinên mafan zêde bûn û azadî hatiye sînorkirin û ev tişt got: "Serokomar û hikumetê dît ku dê bi vî şeklî welat bi rêve nebe, sal û nîveke OHAL'ê dirêj dike. AKP dema hat desthilatdariyê pesnên xwe dida ku OHAL rakiriye. Îro OHAL bi hemû zextên xwe dewam dike. Wekî amûreke tundiyê bi kar tîne."    Aktay, da zanîn ku rejîma yek zilamî ava kirine û wiha axivî: "Cudabûna hêzê ji holê hatiye rakirin. Daraz, rêveberî û rêzikdanî didestê yek kesî de ye. Çapemenî jî kirine yek deng û bi vî şeklî hemû civakê digirin bin zextan. Zextên îro ji serdema OHAL'a berê zêdetir e. Ber bi dewleta partiyekê ve diçe. Daraz jî di bin zextan de ye."   MUŞLU: DI WARÊ MAFÊN DEMOKRATÎK DE PIRSGIRÊKÊN CIDÎ HENE   Serokê Şaxa Egîtîm Sena Mêrsînê Sînan Muşlu jî aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de mafên xwepêşandan û çalakiyan asteng kirine û ev tişt anî ziman: "Berî OHAL'ê kîjan saziyên demokratîk dibe bila bibe, dikaribûn çalakî li dar xistibûna. Lê piştî OHAL'ê ev maf qedexe kirin. Meş qedexe bûn, ji bo daxuyaniyekê daxwaznameyên nivîstî tên dayîn. Divê berî 48 saetan serlêdan hatibe kirin. Piştî vê serlêdana nivîskî biryar an dê bê dayîn û neyê dayîn hûn li bendê dimînin. Di warê demokrasiyê û mafan de kêmasiyên cidî hene."   ‘TÊKOŞÎNA GIRSEYÎ ŞERT E’   Muşlu da zanîn ku OHAL'a li dijî hewldana derbeyê hat îlankirin, hemû meşên muxalîf girtine bin zextan, biryarên ji yek destî derdikevin, rêveberiya welat bi rêve dibin. Muşlu got ku her kesê ku li mafê xwe digere, tê bêdeng kirin û wiha pê de çû: "Karkerên ku li mafên xwe bigerin, çi eleqeya wî bi 'FETO'yê re heye. Karkerên li mafên xwe digerin û dikevin grevê, di bin navê têkoşîna bi FETO'yê re bi ser wan de diçin. Ev pirsgirêkek cidî ye. Ji bo OHAL û KHK bi dawî bibin, divê têkoşînek girseyî bê dayîn."   Serokê Rêwistina Partiya Kedê (EMEP) ya Mêrsînê Mehmet Taşcî jî,  derbirî ku OHAL'a ji bo 3 mehan derxistin 18 mehan û hêj didome. Taşçî, anî ziman ku îktîdar ji ber nikare welat bi rêve bibe OHAL'ê dirêj dike û got: "Her çendî bêjin ku OHAL li dijî FETO'yê îlan kirin jî roja ku hatiye îlankirin heta niha, li dijî azadî, hiqûq û mafên mirovan hatiye îlankirin û id vê warî de gelek zext derketin holê. Wekî mînak pêkanînên li dijî kongreya HDP'ê û astengkirina wwê. Ji bo kongre neyê li darxistin, gelek pirsgirêk derxistin."   Taşçi bal kişand xer êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên li dijî Efrînê, binçavkirin û girtinên di vê der barê de û wiha dirêjî da axftina xwe: "Ev OHAL li dijî muxalîfên wekî me û hêzên demokrasiyê pêk hatin. Ji bo OHAL bê rakirin, divê civak hêza xwe bike yeke."