Li Efrîn û Colemêrgê 2 leşker mirin 2018-02-17 19:59:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên TSK'ê û komên girêdayê wê li dijî Efrînê dewam dikin, TSK'ê aşkera kir ku li Efrîn û Colemêrgê 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.   Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO), 29 roj in li dijî Efrînê dewam dike. TSK'ê der barê şerê li Efrînê û navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de agahî da. TSK'ê destnîşan kir li Şemzînanê leşkerek, li Efrînê jî leşkerek bi giştî 2 leşkerên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane.