Komeleya 78’an binçavkirin û girtin şermezar kirin 2018-02-17 16:10:24 MÊRSÎN - Komeleya Hewldana 78’an a Mêrsînê, binçavkirin û girtinên bertek nîşanî êrîşên li dijî Efrînê didin, şermezar kirin.  Komeleya Hewldana 78’an a Mêrsînê, girtin û binçavkirinên bertek nîşanî êrîşên li ser Efrînê didin, şermezar kirin. Komeleyê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî civînê bûn. Di civînê de li ser navê komeleyê Bayram Kizartici, daxuyanî da û wiha got: “Di çarçoveya operasyona li Stenbolê de endamê me Celalettîn Can hat binçavkirin. Di şert û mercên herî zor û zehmet de Can dest ji têkoşîna xwe ya mafê mirovan û demokrasiya  rast bernedaye.  Ji ber ku Can aştiyê diparêze hat binçavkirin.”   Kizartici xwest kesên di çarçoveya operasyonê de hatine girtin demildest bên berdan û wiha bidawî kir: “Dewlet dixwaze bi destên dadgeriyê mafê azadiya raman û îfadeyê ji gel û siyasetmedaran bigire.”