'Ji wezaretê giştîna me hat, hûnê hejmara leşkarî bidin' 2018-02-17 16:09:00 STENBOL - Di çalakiya "Rûniştina F" a vê hefteyê de, hat xwestin ku girtiyê nexweş Mehmet Şerîf Aslan bi lezgînî bê dermankirin û bal kişandin ser îdîayên îşkenceyên li Girtîgeha Tîpa F a Osmaniyê.  Komîsyona Girtîhan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 308'emin a "Rûniştina F" de li Qada Galatasarayê kom bûn. Komîsyonê di çalakiya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Şerîf Aslan û îdîayên îşkenceyê yên li Girtîgeha Tîpa F a Osmayê.   LI OSMANIYÊ DERP Û ÎŞKENCE     Di çalakiyê de Rêvebera Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran axivî û wiha got: “Parêzerên ÎHD’ê Girtîgehe Tîpa F a Osmaniyê ziyaret kirin û tenê karin bi sê girtiyan re hevditin bikin. Girtiyan ji parêzeran re gotine rastî îşkenceyê hatin û parêzeran jî şopên îşkenceyê li ser canê wan dîtine. Rayedarên Girtîgeha Osmaniyê dixwazin girtî rojê sê caran hejmara ser lingan bidin. Ji ber ku girtî li dijî vê yekê deketin îşkence li wan hatiye kirin û hatine derp kirin. Gardiyenan ji girtiyan re gotine ji wezaretê giştî name hatiye divê hûn hejmara ser piyan bidin.”   ‘DI LAŞÊ WÎ DE PIRZIK DERTÊN’    Daxuyaniya vê heftê jî parêzvanê mafê mirovan Îbrahîm Demîrer da. Demîrer, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Şerîf Aslan ê li Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa F a Tekîrdagê dimîne û wiha axivî: “Aslan di 2018’an de bi 18 kesan re ji Girtîgeha Amedê sîrgûnî Girtîgeha hejmara 2 a Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin. Hem nexweşîna Hepatît B û hem jî nexweşîna weremê pêre hene. Bi van her du nexweşînên giran re gelek nexweşiyên din ên Aslan hene. Gava pirzik di laşê Aslan de derdikevin wî bi lezgînî radikin revîrê, tehlîla xwînê digirin û sewqî nexweşxanê dikin.”   'DIVÊ BI LEZGÎNÊ ASLAN BÊ DERMANKIRIN'   Demîrer, da zanîn ku herî dawî berî 2 mehan Aslan rakirine nexweşxanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel ku 15 caran tehlîl ji Aslan girtine jî, hîna encamê tehlîl û rapora tenduristiyê nedane wî. Ji ber vê yekê bijîşk wî mayene nakin û nikarin tedawiya wî bidin dest pêkirin. Rewşa Aslan pir ne başe. Divê demildest û bi lezgînî bê tedawî kirin û dermankirin.”   Piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşman çalakî bi dawî bû.