'Bila Celalettîn Can û hevalên wî bên berdan' 2018-02-17 15:33:45 STENBOL/AMED - Komeleyên 78'an, xwestin Celalettîn Can û hevalên wî yên di 7’ê Sibatê de hatin binçavkirin û 10 rojin dibin çavan dene, bên berdan.  Koleya 78’an a Stenbolê li Qada Galatasarayê daxuyanî da çapemeniyê û xwestin Celalettîn Can û hevalên wî yên di 7’ê Sibatê de hatin binçavkirin û 10 rojin dibin çavan dene, bên bardan. Endamên ÎHD’a Stenbolê, Dayîkên Şemiyê, Partîzan, HDP û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê kojmê Berdevkê Hewldana Komeleya 78’an ê Stenbolê Yunus Bîrcan axivî û ginçavirina Celalettîn Can û hevalên wî şermezar kir. Bîrcan di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir ku roja sêşembê li Edliya Çaglayanê kom bibin û beşdarî danişîna Celalettîn Can û hevalên wî bibin.    AMED   Şaxa Komeleya 78’an a Amedê jî, bi daxwaza serbest berdana Celalettîn Can û hevalên wî li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Serokê Şaxa Komeleyê Ganî Alkan axivî û wiha got: “Can ev 10 rojin dibin çavan deye. Hemû beşên mûxalîf ên Tirkiyeyê dibin êrîşên dijwar dene. Em operasyonên li dijî HDP û DBP’ê jî rexne dikin.” Pişre daxuyaniya metna hevpar hat xwendin û civîn bi dawî bû.