Xwestin kujerên Bedriye Gumuş bên darizandin 2018-02-17 15:09:23   AMED/ÎZMÎR  - Li Amedê, Xizmên Windayan di hefteya 471’emîn de xwestin kujerên Bedriye Gumuş a bi 6 gundiyan re berî 26 salan li Nisêbînê di encama gule raşanAdina leşkeran de jiyana xwe ji dest da, bên darizandin. Li Îzmirê jî aqûbebata Parêzer Metîn Can û Doktor Hasan Kaya Pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 471’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xistin. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hilgirtin. Di çalakiya vê heftê de, pirsa kujerên Bedriye Gumuş a bi 6 gundiyan re di 17’ê Sibata 1992’an de di encama gule reşandina leşkeran de jiyan xwe ji dest da, hat kirin.    'JI BER KU LI DIJÎ CERDEVANTIYÊ DERKETIN HATIN KUŞTIN'   Nûnerê ÎHD’ê Abdusselam Înceoren, çîroka Bedriye Gumuş a di bûyerê de birîndar bû û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da vegot. Înceoren, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bedriye Gumuş bi malbata xwe re li gundê Kuşkaya dijiya. Dayîka du zarokan bû. Li gorî agahiyên malbata wê dayîn, leşkeran tim ser gundê wan de digir û êrîşî wan dikirin. Leşkeran tim gefa cerdevantiyê li wan dixwar. Ji ber zext û gefên hêzên dewletê, welatiyên gund xwestin vê yekê şermezar bikin. Gundî di 17’ê Sibata 1992’an de xwestin ji gundê xwe Kuşkaya heya gundê Yardere bimeşin. Gundiyên dest bi meşe kirin, piştî mesafeyek kurt leşkaran xwest wan asteng bikin. Leşkerên ku gundî rawestandin, ji wan re gotin ger hûn meşa xwe bidawî nekin dê mudaxileyê meşa wan bikin. Gundiyan di meşa xwe de israr kirin. Li ser vê yekê leşkeran gule bera gundiyan dan. Di encama gule barandinê de Abdulselam Acet, Seyfettîn Kopçak, Alî Olmez, Abdulselam Ozbey, A. Hakîm Gollan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û Bedriye Gumuş jî birîndar bû. Gumuş a rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Leşkeran ji gundiyan xwestin ku bêjin terorîstan ev bûyer pêk aniye.”    Înceoren, da zanîn ku xizmên Gumuş  serî ÎHD’ê dane û wiha bi dawî kir: “Ligel 26 sal bi ser bûyerê re derbas bûn jî, hîna lêpirsîn derbarê bûyerê de nehetiye kirin. Em dixwazin kujer bên darizandin.”   Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna  Gumuş 5 deqe çalakiya rûniştî pêk anîn.   AQÛBETA METÎN CAN Û DOKTOR HASAN KAYA PIRSÎN    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê jî di hefteya 420'an de bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin" û “Girtiyên nexweş bên berdan" li pêş avahiya Serokwezîrtiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" û “Ji Yek Tîpê re na" vekirin. Li ser navê komê Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Ahmet Çiçek daxuyani da. Çiçek, anî ziman ku girtiyan di serdema 12'ê Îlonê de di ber xwe dan û polîtîkaya cilên yek tîp pûç kirin û wiha got: "Di 21'ê Sibata 1993'an de li Xerpêtê Sazumankarê Şaxa ÎHD'ê ya Xerpêtê Parêzer Metin Can  û Doktor Hasan Kaya hatin windakirin. Can û Kaya ji aliyê kontrgerilla ve hatin revandin." Çîçek piştî çîroka windakirina Can û Kaya vegot daxuyanî bi rûniştina 5 deqîqeyan a rûniştinê bê dawî bû.