Ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin 2018-02-17 14:38:48 AMED - Li gorî hevdîtinên DITAM ên di dema qedexeya derketina derve de li Sûrê bi 500 malbatî re hevdîtin pêk anîn, ligel ku 2 sal ser pevçûnan re  der bas bûn jî, hîna zarokên navçeyê travma dijî. Cardin ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirin û nexwestine malên wan bên xerakirin. Navenda Lêkolîna Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) a Amedê, di çarçoveya projeya “Xwe gihandina mafên bingehîn û xizmeta cemawerî ya malbatên navçeya Sûra Amedê yên ji cih û warên wan hatin kirin” di dema qedexetên derketina  dervede bi malbatên Sûrê re hev ditin kirin. DÎTAM’ê encamên hevdîtina xwe ji raya giştî re eşkere kir. DÎTAM’ê li Otela Demîr civîna çapemeniyê li dar xist û danayên di destên xwe de ji raya giştî re eşkere kir. Serokê DÎTAM’Ê Mehmet Kaya di civînê de axivî û spasiyên xwe ji kesên ji wan re bûn alîkar pêş kêş kir. Kaya, diyar kir ku armanca projeya wan ew bû ku bêmafiyên li ser mirovên ji cihê xwe bûne tespît bikin û wiha got: “Me xwest em divê projeya xwe de kesên ji cih û warên xwe bûne û pêdiviya wan bi alîkariyê heye sewqî sazî û dezgên sivîl bikin.”    Kaya, danîn ku rapora wan amade kirî dê ji gelek wezaretên berpirs û STO’yan re bişîn in. Piştî axaftina Kaya encamên xebata ji 1’ê Tebaxa 2017’an de hatî destpêkirin û heya roja îro ji raya giştî hat parvekirin.    6 HEZAR MALBAT JI CIH Û WARÊN XWE HATIN KIRIN   Encamên xebata projeyê wihane:    “6 hezar malbat cih û warên xwe hatin kirin. Ji van hevdîtin bi 500 malbatî re hat kirin. Li gorî agahiyên malbatan ji sedî 40 jê ji taxên ne qedexekirî yên Sûrê hatine koçber kirin. Ji van ji sedî 26 semta Şehîtlîkê ya Yenîşehîrê, ji sedî 30 Rêzan û ji sedî 5 jî koçî Peyasê kirin. Ji sedî 96 jin bêkar man û ji sedî 56 jî ji derveyî fermiyetê dixebitin. Di ser pevçûna re 2 sal derbas bûn. Lê ligel vê yekê jî hîna di  60 zarokan de travma tê jiyan. Di dema qedexeyên derketina derve de av û ceyrana welatiyên nexwestin malên xwe terk bikin hatin birîn. Di dema qedexeyan de  bi awayekê giştî malên welatin hatin rûxandin û alavên wan winda bû.    JI SEDÎ 88 MALBATÊN SÛRÊ BI DEWLETÊ RE LI HEV NEKIRIN   Di encama hevdîtinên hatin kirin de, derket holê ku ji sedî 88 malbatên Sûrê bi dewletê re li hev nekirine. Ji 4 malbatan 3 jî bê mal mane. Di çarçoveya projeyê de ji bo malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heyî, serî li 16 sazî û dezgehên civaka sivîl hatine dayîn û malbat sewqî wan saziyan hane kirin. Ji bo 98 malbatên xaniyên wan rûxiyan alîkariya hiqûqû hatin kirin, 6 malbatên mafên wan ên perwerdê hatine asteng kirin sewqî Baroya Amedê hatin kirin û ji bo alîkariya derûnî jî 41 kes sewqî TÎHV’ê hatin kirin.”