Guvaşxaneya zeytûnan jî kirin hedefa topan 2018-02-17 12:59:06 EFRÎN - TSK û komên hevkarên wê top avêtin guvaşxaneya zeytûnan, di encamê de ziyaneke mezin gihîşt guvaşxaneyê zeytûnan. Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê şevêdin navenda navçeya  Cindirêsê topbaran kirin û guvaşxaneya zeytûnan hedef girtin. Di êrîşên topbaranê yên  TSK’ê de zirarek mezin gehişt guvaşxaneya Cindirêsê û bi hezaran tenekeyên zeytê yên gelên herêmê.    Li aliyê din jî gelek mal û milkên şêniyên herêmê ziyan dîtin.