Buldan: Kongre tehamul nekirin 2018-02-17 12:41:58   ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, bi Endamên Meclîsa Jinan a Partiyê re li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Buldan, têkildarî binçavkirina endam û rêveberên wan de got: " “Ji ber ku tevlêbûn û coşa kongreya me tehamul nekirin li dijî rêveberên me operason pêk anîn."    Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), piştî 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîn li dar xistin. Meclîsa jinan bi rojeva 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û plankirina serdema nû kom bûn. Beriya civînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, geşedanên di rojevê de nirxandin. Buldan, anî ziman ku kongreya wan pir bi coş û tevlêbûnek zêde pêk hat û ji ber coşa kongreyê hezm nekirin operasyona binçavkirine dan destpêkirin. Buldan, anî ziman ku kongre ji bo wan gelek bi wate û girîng bû û wiha got: “Têkoşîna me dê bi hêz û azîmek mezin li qadan bidome. Ev têkoşîn dê qat bi qat mezin bibe û belav bibe. Ez ji bo hemû kesên ked dane spas dikim. Hevseroka me ya berê Serpîl Kemalbay  hêj di bin çavan de ye. Di vê operasyonê de bêtir hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Edalet û hiqûq dema mijar dibin kurd ji holê radibe. Dîsa dema dibe jina kurd edalet ji holê radibe. Hiqûqa ji bo rojnameger Deniz Yucel çima ji bo HDP'ê derbas nabe.    EM DÊ BI COŞ 8'Ê ADARÊ Û 21'Ê ADARÊ PÎROZ BIKIN   Buldan, anî ziman ku bi binçavkirin û operasyonên li dijî partiya wan nikarin xebatên wan asteng bikin û wiha got: “Li pêş me 8'ê Adarê û Newroz heye. Coş û kelecana kongreya me dê di 8'ê Adarê de li qatan bêtir geş bibe. Biryarên ku îro ji bo em vê kelecan û coşê daxin qadan giring in. Em soz didin ku hevalên me yên jin yên HDP'î di Newrozê de û li dijî bê hiqûqiyên pêş bikevin dê li qadan bin. Em jinên HDP’î dê li her derê li qadan bin.    ‘TÊKOŞÎNA JINÊ DÊ BI SER BIKEVE'   Buldan, ji bo yekîtî û bi yekbûnê bang li hemû pêkhateyan kir û wiha got: "Em dikevin pêvajoya ku ne tenê jinên kurd, hemû jinên gelên Tirkiye li gel me cih digirin. Em hemû jinên li Tirkiye dê li dijî neheqî, tacîz û tecawizê têbikoşin. Em dê bi destê jinên rastî tundî, tacîz û tecawizê hatine bigirin. Ez hevî dikim hemû çalakî û xebatên me bibin wesîleya aştî û azadiyê. Ez ji dil bawer dikim ku dê têkoşîna azadiya jinê bi ser bikeve."    SIBÊ DÊ RÊVEBERIYA NAVENDÎ DIYAR BIBE   Sibê dê hemû endamên Meclîsa Partiyê ya HDP'ê li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê kom bibin. Di civîna meclîsa Partiyê de dê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) diya bikin. Piştî Buldan bû hevseroka Giştî ya HDP'ê, dê Wekîla Serokê Meclîsê bê hilbijartin.