Dozger nizane qedexe ye lê sûc nîşan da 2018-02-17 12:23:23 MÊRSÎN – Di îdianameya der barê Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Sesê Semra Ozlu û hevkarê radyoyê Ferhat Orhan de, ji bo pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî û Nûrî Dersimî gotin "fealiyetên rêxistinî ne" û sûc hesibandin. Lê dozger got "Di lêgerîna li ser înternetê de nehat hînbûn ka pirtûkên navborî qedexe ne yan ne."   Îdianameya der barê Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyoya Sesê (ku li Mêrsînê weşana xwe dikir û bi KHK'ê hat girtin) Semra Ozlu ku di di 8'ê Çileyê de hatibû binçavkirin û paşê hatibûn berdan û hevkarê radyoyê Ferhat Orhan ku derheqê wî de biryara girtinê hatiye dayîn de temam bû. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê îdianame li ser îdiaya "propagandaya rêxistinê" amade kiriye. Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Mêrsînê îdianame qebûl kir.   Wê danişîna ewil  a dozê di 17'ê Gulanê de pêk bê.    PIRTÛKÊN ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ SÛC HATIN HESIBANDIN    Pirtûka Mehmet Nûrî Dersimî ya  “Kürdistan Tarihinde Dersim” (Di Dîroka Kurdistanê de Dersim) û pirtûkên nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî yên bi navê “Başkaldırının koşulları”, “Bir Aydın, Bir Örgüt ve Kürt Sorunu”, “Ortadoğu’da Devlet Terörü” û “Kürt Aydını Üzerine Düşünceler” ku li radyoyê hatin desteserkirin di îdianmeyê de sûc hatin hesibandin û wek "fealiyetên rêxistinî" hatin wesifandin. Dozgeriyê ji bo pirtûk wek sûc bên hesibandin, darizandina Beşîkçî ya di dema 12'ê Adara 1971'm de wek hincet nîşan da.    NÛÇEYA BINÇAVKIRINÊ JÎ SÛC E!    Her wiha di îdianmeyê de nûçeyên der barê binçavkirina Gerînendeya Weşana Giştî Semra Ozluyê de jî sûc hatin hesibandin.