Rêvebarê YSGP’ê Gunay hat binçavkirin 2018-02-17 12:10:31 MELETÎ - Endamê MYK’a berê ya Partiya Keskan û Paşeroja Çepgiran (YSGP) Turabî Gunay hat binçavkirin.   Endamê MYK’a berê ya Partiya Keskan û Paşeroja Çepgiran (YSGP) Turabî Gunay hat binçavkirin. Hêzên Midûryeta TEM’ê şevêdin bi ser mala Gunay a li Balikesîrê de girtin û birin Meletiyê. Hat diyar  kirin ku Gunay bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin. Gunay li Midûryeta TEM’ê ya Meletiyê tê girtin û li bendê ye ku îfadeya wî bigirin.