Îdiaya ku li Wanê girtî tên îşekncekirinLi Kalkandereyê hejmariya li ser piyan ferz dikin 2018-02-17 11:41:41 WAN / ÊLIH – Bav Osman Acû, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê kurê wî Mûzaffer Acû û hevalên wî hatine îşkencekirin û ji ber vê fikareyên wan hene. Hat hînbûn ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê jî hejmariya li ser piyan li girtiyan tê ferzkirin.  Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî tên îşkencekirin. Osman Acû, got li girtîgehê kurê wî Mûzaffer Acû yê 2 salin girtiye û hevalên wî hatine îşkencekirin û wan xistine hucreya yekkesî. Acûyê ku têkildarî mijarê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê da, destnîşan kir ku 2 roj berê kesekî ku çûye girtîgehê li wî geriyaye ku kurê wî Mûzaffer û hevalên wî ahtine îşkencekirin. Bav Acû got: "2 hefte berê roja yekşemê me û Mûzaffer bi riya telefonê hevdîtin çê kir. Ji wê rojê ve em tu agahiyî jê nagirin. Gardiyanan serê Mûzaffer û hevalên wî li kalorîferê xistine, bi awayekî cidî ew derb kirine. Bila îşkenceyê li zarokên me nekin. Jixwe di girtîgehê de ne. Ma çi ji wan dixwazin? Bila li gor qanûnan tev bigerin, wekî din em doza tiştekî ji wan nakin. Di dema lêdanê de kincên kurê min qetandine, betaniyên wan desteser kirine. Di tu huqûqê de îşkencekirina girtiyan tune ye. Dema girtî bi xizmên xwe re bi tekefonê xeber didin axaftina wê tê qeydkirin. Piştî îşkenceyê ji dêvla ku zarokên me bibin nexweşxaneyê wan xistine hucreyên yekkesî. Dixwazin zarokên me bimirin. Ger tiştek bê serê wan berpirsiyar gardiyan û rêveberiya girtîgehê ne."    Bav Osman Acû diyar kir ku der barê jiyana zarokên wan de gumanên wan hene û ji ber vê ji bo piştevaniya huqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê da.     LI KALKANDEREYÊ HEJMARIYA LI SER PIYAN   Her wiha rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Kalkandera ya Rîzeyê jî, ji girtiyên siyasî re gotiye wê ji roja duşemê pêve hejmarî li ser piyan bê kirin. Girtiyan bi riya telefonê rewş ragihand malbatên xwe û gotin berê jî tiştekî wisa li wan ferz kiribû. Malbatan daxwaza alîkariyê li saziyn mafên mirovan û parêzeran kir. Her wiha malbatan destnîşan kir ku girtiyan gotiye çi dibe bila bibe ew ê vê sepandina dijhuqûqî qebûl nekin.