Tirkmenên di ceperan de: Me bi hevre jiyan avakir, em ê bi hev re jî biparêzin 2018-02-17 11:26:41 EFRÎN - Di xeta parastina Efrînê de ne tenê gelê kurd, gelên Erep, Tirkmen, Êzidî û Elewî jî cih digirin. Yek ji şervanên Tirkmen Kawa Welat, diyar kir ku wan bi hevre jiyan avakirin û niha jî bi hevre parastinê dikin. Êrîşên li ser Efrînê di roja 29’an de berdewam dikin. Xeta parastinê ya bi pêşengtiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî êrîşên TSK û hevkarên wê OSO yên li ser gelên Efrînê her ku diçe bi hêztir dibe. Hemû gelên Bakurê Sûriyeyê di vê xeta parastinê de cih digirin. Gelên kurd, Tirmen, Erep, Êzidî û Elewî bi dil û can têdikoşin. Yek ji Tirmenên di ceperan de cih digirin Kawa Welat. Kawa Welat 27 saliye, 3 xwişk û birayên wî di ceperên din ên Rojava de cih digirin û şer dikin.   ŞERVANEK TIRKMEN   Welat, diyar kir ku ew şervanê YPG’ê ye û wiha axivî: “Malbata min Tirkmene. Nêzî mehekêye êrîşek dijwar li ser me heye. Hem bi bejahî  û hem jî bi hewayî axa me bombebaran dikin. Bi êrîşên li ser Efrînê hemû gelan hedef girtine. Malbata min berê li herêma Şehba dijiya. Ji ber êrîş û zilma OSO malbata min koçî Tirkiyeyê kir. Li wê derê me nekarî em xwe xwedî bikin û em vegeriyan Efrînê. Niha bi 3 xwişk û birayên xwe em beşdarî YPG’ê bûn.”   JI TIRKIYEYÊ BER BI EFRÎNÊ...    Welat, anî ziman ku malbata wî ji Tirkiyeyê berê xwe dan Efrînê û wiha got: “Em ji wan reviyan hatin Efrînê. Me berê jî rêyê wan dît û me wan nas kir. Li wê derê çi hat serê me û çawan nêzî me dibin me ji nêz de dît. Wan hemû tişt anî serê gelên Sûriyeyê. Niha jî dixwazin gelên Sûriyeyê bikar bînin. Qaşa dê ji bo gelan azadiyê û jiyaneke xweş bînin. Lê ji xeynî wêrankirin û êşê nedan gelan. Her tişt bi serê gelan anîn. Malbata min jî parçe kirin. Lê em hatin ser vê axê, me, kurdan, ereban, êzidiyan û elewiyan bi hevre jiyan ava kir. Jiyana ku em bi hevre avakir, niha jî em bi hevre wê jiyanê diparêzin. Em ax û welatê xwe li dijî hêzên dagirker diparêzin. Heya dawiyê jî em li ber xwe bidin.”   ‘EFRÎN JI BO GELAN LI BER XWE DIDE’   Welat, da zanîn ku gelê Tirkmen komên dibin navê OSO de hatine kom kirin baş nas dikin û wiha bi dawî kir: “Hemû gel xwedî berxwedana me derdikevin. Ev yek wateyeke girîng dide berxwedana me. Efrîn ji bo gelên Sûriyeyê li ber xwe dide. Ji ber ku Tirkmen xwe di vê pergalê de dibînin, li dijî hêzên dagirker şer dikin. Em ji Cindirêsê heya Şêrewa bi gel re li ber xwe didin û axa xwe diparêzin.”   MA / Nazim Daştan