Li Enqereyê li dijî HDP'ê operasyon 2018-02-17 10:48:45 ENQERE - Li Enqereyê, danê sibehê polîsan avêt ser gelek malan. Endamên MYK û PM'ê û hevserokên HDP'î jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatin binçavkirin de Endamê Koma Aştiyê yê berê Seydî Firat jî heye.  Li Enqereyê polîsan serê sibê avêt ser malên gelek HDP'iyan û di serdegirtinê de gelek kes binçav kirin     Navê kesên hatin binçavkirin ev in: Endamê Koma Aştiyê ya ewil ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan di sala 1999'aan de hat Tirkiyeyê Seydî Firat, Endama MYK'ê ya HDP'ê Atiye Eren, Endama PM'ê ya HDP'ê Dîlan Çetîn û Yagmûr Yûrtsever, Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Nûr Aytemûr, Hevseroka HDP'ê ya Navçeya ETîmesgûtê Hatice Kayatûran Markoç, Yasemîn Îldan, Bariş Ozdemîr, Mûrat Bahadir.    Hat hînbûn ku der barê Alîgira Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Fatma Kûrtalan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.    Hat hînbûn ku polîsên avêtina ser malên HDP'iyan gotine: "Têkiliya navbera FETO û PKK'ê de derket holê. Ji ber vê der barê we de biryara binçavkirinê hatiye dayîn."    Parêzeran got dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.