SANA: Tirkiyeyê li Efrînê gaza bijehr bi kar anî 2018-02-17 10:41:26 NAVENDA NÛÇEYAN- Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, derpêş kir ku di êrîşên li dijî Efrînê de Tirkiye gaza bijehr bi kar aniye. Her wiha Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî, nasnameya 6 kesên tên dermankirin, parve kir.  Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, diyar kir ku li Efrînê 6 sivîl ji ber gaza bijehr li nexweşxaneyê tên tedawîkirin. SANA, nûçeya xwe spartiye daxuyaniyên Serbijîşkê Nexweşxaneya Avrînê Ciwan Mihemed û parve kir ku ji ber êrîşên TSK'ê 6 sivîl bi gaza bijehrî re rû bi rû mane û wan rakirine nexweşxaneyê. Li gor daxuyaniya nexweşxaneyê, ji birîndaran rewşa du birîndaran giran e.    Serbijîşkê nexweşxaneyê Ciwan Mihemed, bi lêv kir ku wan 6 sivîlên anîne nexweşxaneyê tedawî kirine. Mihemed destnîşan kir ku bêhna sivîlan diçike, dikuxin û hin deverê canê wan şewitiye. Dr. Mihemed parast ku ev nîşaneyên gaza kîmyewî ne.    ANHA NASNAMEYA 6 SIVÎLÊN BIRÎNDAR BÛN PARVE KIR    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) jî nivîsand ku TSK li gundê Erendê yê navçeya Şiyeyê gaza kîmyewî bi kar aniye. ANHA, wêne û nasnameyên kesên birîndar parve kirin. Navê kesên li nexweşxaneyê tên tedawîkirin ev in: Mihemed Relid Heson (33), Ehmed Mihemed Heso (38), Mihemed Heqi (47), Wedah Mustefa Xelil (35), Ednan Osman Şaliko (35), Abdulrehman Mihemed (29).    Yek ji rayedarên Nexweşxaneya Avrînê ku ji ANHA'yê re axivî Dr. Xelîl Sebrî diyar kir ku kesên birîndar tesîr ji madeya kîmyewî girtine ji ber vê bi zorê bêhnê distînin. Sebrî got: "Her wiha canê wan dixurê û sor dibe. Niha tên tedawîkirin. Piştî lêkolîn û tehlîlan em aşkere bikin ma madeya hatiye bikaranîn çî ye."    Dîrektorê Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Abdel Rahman jî, destnîşan kir ku ji ber operasyonên TSK û komên girêdayî wê OSO'yê li bajaroka Şêx Hadîdê 6 kes ji ber bêhna wan diçikê hatine nexweşxaneyê.