14 mehin sedema kuştina girtî nehatiye lêpirsîn 2018-02-17 09:24:46 ŞIRNEX - Dosyaya der barê mirina Beytullah Akil ê hat gotin li Girtîgeha Şirnexê xwe kuştiye, 14 meh e lêpirsîna wê nekirin. Tenê kesekî di koxûşê de wekî şahid guhdar kirin, gotinên gardiyanan ên wekî "daxwaza çûyîna nava bêaliyan" jî di dosyayê de cih negirt. Beytulla Akil ê cezayê heta hetayê girtibû, dema li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de dima, di 10'ê Kanûna 2016'an de ji bo zextên li ser gelê kurd û girtîgehê şermezar bike, dawî li jiyana xwe anî. Piştî vê bûyerê Serdozgerê Komarê yê Şirnexê demil dest lêpirsîn da destpêkirin. Lêpirsîn di çarçoveya ka di mirina Akil de îhmalkarî heye an na hat destpêkirin, salek li dû xwe hişt, lê heta niha tu pêşketin tune.   Lêpirsîna dîsîplînê ya der barê 5 memûrên înfazê de hat destpêkirin, beyî ku bê şopandin bi dawî bû.   MUDAXALEYA DESTPÊKÊ GARDIYANAN KIR   Lêpirsîna der barê bûyerê de hat destpêkirin, rapora vukuatê ya ji rêveberiya girtîgehê hat xwestin û lêpirsîna 100 rûpel li dosyayê zêde kirin.   Rapora ku rêveberiya girtîgehê amade kiriye, berî ku Akil jiyana xwe ji dest bide, rojek berê wê ew avêtine hucreya yek kesî. Di dewama raporê de ev tişt hat gotin: "Piştî di mazgalê de bangê wî kirin, bersiv neda li ser vê memûrên parastinê Hasan Atabay û Nafîz Atabay ketin hundur, dîtin ku Akil bi lastîka cilên xwe yê binî xwe bi boriya fîskeyê ve daliqandiye, dilê wî miz dane û bangî serwîsa 112'an kirine û personelên tenduristiyê piştî 12 deqeyan (12.04) mudaxale kirine."   Akil piştî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin, saet di 12.50'yan de jiyana xwe ji dest da û ev agahî li raporê zêde kirin.   BELGEYA KU KESÊN BI FIKAR XWESTIN DI DOSYAYÊ DE TUNE   Di dosyaya lêpirsînê de îfadeyên Midurê Saziya 2'yemîn Kadîr Erbiyik, Sermemûr Mehmet Selîm Kurt, memûrên parastina înfazê yên nobedar Hasan Atabey, Nafîz Atabey, Îbrahîm Bekçî û Serhat Patnos jî wekî kesên bi fikar îfadeyên wan hatin girtin.   Tişta balkêş îfadeyên hemûyan dişibin hev, tê gotin ku girtiyê siyasî Akil, ji ber ku cezayê wî zêde ye derûniya wî xirab bûye. Kesên bi fikar diyar kirin ku dema Akil di koxûşa B1'ê de girtî bûye û xwestiye biçe nav girtî û hikumxwarên bê alî, ji bo vê dawaza Akil piştrast bikin û ji bo bawer bikin ka ew samîmî ye, ji bo wê bi biryara 2016/5705'an di dîroka 09.12.2016'an de, bi biryara Saziya Çavdêrî û Îdareyê de ew birine A Blokê û di odeya 4'emîn a kesekî ya milê çepê de bi cih kirine.   Lê serlêdana ku tê gotin hatiye kirin, di vê der barê de tu belge li dosyayê nehat zêdekirin.   LI KOXÛŞA LÊ DIMA TENÊ ÎFADEYA KESEKÎ GIRTIN   Di çarçoveya lêpirsînê de tê gotin ku îfadeya dayik Sebahat Akil a berî 3 rojan bi kurê xwe Beytullah Akil re bi telefonê axiviye jî hatiye girtin. Berî ku Akil bavêjin gucreya yek kesî û hêj di koxûşa qelebalix de ye, tenê îfadeya kesekî li koxûşê hatiye girtin.   ‘PIŞTÎ 2 ROJAN AGAHIYA MIRINA WÎ DAN’   Di rapora ji bo dosyaya lêpirsînê hatiye pêşkêşkirin de, dayik Sebahat Akil aşkera kir ku hin fikarên wan der barê rêveberiya girtîgehê de hene, piştî bûyerê dema çûne girtîgehê gardiyanan bertekên tund nîşanê wan dane. Akil derbirî ku piştî kurê wê jiyana xwe ji dest dide, 2 roj şûn de agahî dane wan û gardiyanan ji wan re gotine ku "Kesê baba egîd be, bila vê bûyerê bixe stûyê me. Bersiva me jî hazir e" û gef li malbatê xwarin.   Dayik Akil bal kişand ser agahiyên ku hevrêyên kurê wê dane û wiha axivî: "Gardiyanekê gotiye ku 'Beytullah ka were derkeve derve û hewakî bistîne' û ew derxistiye derve. Careke din Beytullah neanîne koxûşê. Hevrêyên wî pirsa 'Ka Beytullah' kirine, gotine ku sirgûnê girtîgeheke din kirin."   Dayik Akil, herî dawî xwest dosya bi encam bibe û bûyer bê ronîkirin.   MA / Berzan Guneş - Sonya Bayik