Êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, rastî ceza hatin 2018-02-17 09:24:05 ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, ji ber ku êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, hat gotin ku "Beyî ku tiştek bê fêmkirin bi kurdî dirûşm berz kirine" cezê dîsîplînê wan birîn. Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê dimînin, bal kişandin ser operasyona Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên girêdayê wan ên li dijî Efrînê û bertekên xwe anîn ziman. Girtiyan di 27'ê Çileyê de çalakî pêk anîn û operasyona Efrînê şermezar kirin, ji bo vê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn. Jinên girtî yên li koxûşên A-1, A-2, A-3 û A-4'ê dimînin, der barê wan de lêpirsîn hat vekirin, heyetek ji xebatkarên girtîgehê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî û got ku "Hûn mehekê ji mafên ragihandin û agahîgirtinê bê par hatine hiştin."   CEZAYÊ LI DIRÛŞMÊN KURDÎ BIRÎN   Di çarçoveya lêpirsînê de gardiyanan girtek amade kir û ev tişt got: "Di dîroka 27/01/2018'an û di saet 20.00-08.00'an de, li Saziya Înfazê ya Ceza ya Girtîgeha Jinan a Îzmîrê, di dema nobeta me de, li koxûşên A-1, A-2, A-3 û A-4'an de, g/h (girtî/hukumxwar) saet di 21.00’an de bi kurdî çi gotine nehatiye fêmkirin, piştî dirûşm berz kirine, li deriyan dane û aramiya saziyê xirab kirine, di vê der barê de girtek hatiye girtin."   BERÎ BIRYARÊ CEZA BIRÎN   Der barê mijarê de parastin ji girtiyan xwestin, girtiyan aşkera kir ku lêpirsîn keyfî ye û dayîna îfade red kirin. Girtiyan da zanîn ku gardiyan bi xelet û derewîn girtek amade kirine, di çalakiyê de li deriyan nexistine. Girtiyan destnîşan kir ku cezayên dîsîplînê yên berê li wan hatine birîn, hêj encam nebûye û di asta bilind de ceza li wan hatiye birîn.   CEZA LI NEXWEŞAN JÎ BIRÎN   Li Dayika Aştiyê Mevlude Başdaş ya sedî 86 astengdar, 3 rehên dilên wê xitimîne û 2 emelyatên cuda derbas kiriye jî cezayê dîsîplînê birîn. Hat gotin Hurriyet Dogan, Selver Saygili, Dîren Eren, Melîha Kayaci Akyuz, Kiymet Karaman, Guneş Arduç, Gulser Ozbay, Dîdar Boza û Hatîce Yaşar jî di nav de, mehek cezayê ragihandinê û agahî girtinê li wan hatiye birîn.   Hat diyarkirin ku girtiyên nexweş jî di nava de, girtiyên bi navê Sîbel Mustafaoglu, Leyla Yildiz, Berfîn Çelebî, Cîhan Oner, Meryem Adibellî, Yildiz Davran, Reyhan Çomak, Hayriye Yagbasan, Adalet Aktepe, Sevda Tugral, Evrîm Aydogdu, Mizgîn Çîçek, Aygul Kapçak, Asîme Akyol, Bêrîvan Adlim, Fatma Reşat Sîdo, Lamiya Asu, Esmer Ayas, Leyla Sevgîn, Azîme Işik, Cîhan Asî, Guler Bîlen, Dîlan Yoruklu, Saadet Îdîn, Gulcîhan Çelîk, Meysu Çakmak, Ebru Guden, Mahsume Şedal, Gulten Akgun, Ayşe Karagoz, Meryem Soylemez, Rahşan Aydin, Sevîl Karaaslan, Ebru Arzu Erdal, Aynur Eplî,  Viyan Hevjîn Morkuzu, Remziye Polat, Hayriye Ozkan, Rûşen Ozkan, Fadîle Gokturk, Mizgîn Çîçek, Nuran Durak, Bêhrîvan Aydin, Rozerî Kalkan, Guluzar Ozdemîr, Şaîze Çelîk, Hatîce Calihan, Leyla Salman, Derya Moray û Leyla Ulgen jî dê mehekê bi kesî re hevdîtinê nekin.