ROJEVA 17'Ê SIBATA 2018'AN 2018-02-17 09:00:55 * Hunermend Ferhat Tunç destnîşan kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rabe û guh bidin Ocalan û ev tişt got: "Wê Ocalan bi pêşdîtinên xwe yên di warê siyaseta Rojhilata Navîn de ji her kesî bêtir tevkariya vî welatî û erdnîgariyê bike."  * Derhênerê fîlmê "Gorunmez Kadin" Lutfu Erdem, destnîşan kir ku wî xwestiye jina ku di civakê de tune tê hesibandin xuyangtir bike û wiha got: "Min xwest zimanekî ku li ber windabûnê û jina ku nayê xuyakirin bînim gel hev û hîsiyatekê biafirînim."    * Nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ye 8 sal û 9 meh ceza lê birîn, di biryara pêwîstekî (gerekçeli karar) de sûc hat aşkerakirin. Ji 24 şahidan 19 şahidan aşkera kiribûn ku wan di bin îşkenceyê de îfade daye, lê heyeta dadgehê ev li ber çavan negirt û nûçeyên ku Turfent nivîsî ne, wekî "mirovan aciz dike" da nîşan.   * Rifat Baran li gundê Gomikê dimîne, gelek dengbêjin herêma Serhedê bi zindî guhdar kiriye û ji wan kilam hîn bûye. Baran 50 sal e li ser şopa dengbêjiyê ye, deng û gotinên xwe tev li dîroka dengbêjiyê dike.   * Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimînin, ji ber ku êrîşên li dijî Efrînê şermezar kirin, hat gotin ku "Beyî ku tiştek bê fêmkirin bi kurdî dirûşm berz kirine" cezê dîsîplînê wan birîn.   * Dosyaya der barê mirina Beytullah Akil ê hat gotin li Girtîgeha Şirnexê xwe kuştiye, 14 meh e lêpirsîna wê nekirin. Tenê kesekî di koxûşê de wekî şahid guhdar kirin, gotinên gardiyanan ên wekî "daxwaza çûyîna nava bêaliyan" jî di dosyayê de cih negirt.   * Peywirdara Lêkolînê ya li Navenda Lêkolînên Xebatên Jinan û Zayendperst a Civakê ya Zanîngeha Kadîr Hasê Bahar Aldanmaz, diyar kir ku bertekên li dijî êrîşên zayendî û tacîzê zêde bûne û ev tişt got: "Êdî ew pêvajoya ku ji nedîtî ve dihatin û digot 'keça min hiş be' qediya."   * Civaknasê ezîdî Azad Bariş, bal kişand ser êrîşên li dijî Efrînê û aşkera kir ku êrîşa 3'yê Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê li dijî Şengalê çi be, ya li dijî Efrînê jî ew e û ev tişt got: "Tişta li dijî Efrînê tê kirin, şerê li dijî gelan, qencî, biratî û zentûnê ye." Bariş diyar kir ku heke parastina we tune be, dê hêzên serdest we parçe parçe bikin.   * 900 metre li nêzî gundê Gelî ya Çinarê ocaxa kevir tê çêkirin û welatiyên gund gelekî bi bertek in. Gundiyan aşkera kir ku ocaxa kevir hem zerarê dide pira dirokî û hem jî qada wan a jiyanê diherimîne.   * Îbrahîm Yalçin bajar bi bajar digere û li kuçeyan ji bo zarokên pere qezenc dike. Yalçin, bi pirojeya "Li 81 bajarî ji bo zarokan lêxe" civakê serwext dike, piştgiriya aborî dide zarokên kurd û zarokên di şer de mexdûr bûne.   *Zelîha Tuncer a di dikana hevjînê xwe yê Kolana herî qerebalix a Mêrsînê de axşeban çêdike, diyar kir ku dikandarî pir zor e, lê bawerî girîng e.   * Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM), dê di çarçoveya "Xwegihandina Xizmetên Cemawerî û Mafên Bingehîn ên Malbatên ji Cihên xwe yên li Navçeya Sûra Amedê Koçber Kirin", li Otela Demîrê civînê pêk bîne. (10.30 )    * Xizmên Windayan û ÎHD ji bo "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" dê di hefteya 471'an de li Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bidin. (12.00 )   * Dayikên Şemiyê di hefteya 673'yan de dê li Qada Galatasaraye bi dirûşma "Faîl diyar in, winda li ku ne" çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê li ber avahiya Serokwezîrtiyê çalakiyê pêk bînin. (13.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê di hefteya 308'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)   * Xebatkarên kanala TV 10'ê ya bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan bê vekirin, dê di hefteya 72'yan de li Qada Galatasaray'ê çalakiyê pêk bînin. (14.00)   * Platforma Şaxên KESK'ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa kesên hatin binçavkirin, girtin û karkerên hatin îxrackirin, dê il ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê bên gel hev. (14.00)   * Kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin, di 20'ê Sibatê de saleke wan tijê dibe ku ji kar hatin avêtin. Bi minasebeta yekemîn salvegera îxracan, dê çalakiyên li qadên Altinyol û Kartalê yên Kadikoyê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê li dar bixe. (14:00-16:00)