Dadgehê cezayê muebetê li bira Ahmet û Mehmet Altan birî 2018-02-16 15:51:15 STENBOL -  Dadgehê bi sûcê Qanûna Bingehîn îhlal kiriye li rojnameger û nivîskar Ahmet Altan,  Mehmet Altan, Nazli Ilicak û li kesên tevî wan girtî tên darizandin Fevzi Yazici, Yakup Şimşek û Şukru Tugrul Ozşengul cezayê muebetê birî.  Danişîna doza Nivîskar û rojnameger Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di navde 6 jê girtî 7 bersûcên tên darizandin li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku li Kampusa Girtîgeha Silivrî hatiye avakirin hat dîtin. Di danişînê de Ahmet Altan, Mehmet Altan, Nazli Ilicak, Şukru Tugrul Ozşengul, Yakup Şimşek û Fevzi Yazicî yên girtî tên darizandin û Tibet Murat Sanliman ê serbest tê darizandin amade bûn.    Rojnameger Nazli Ilicak, diyar kir ku rewşa wê û Mehmet Altan dişibe hev û beraeta xwe xwest.    'EZ BI DADGEHA SÛCÊ QANÛNA BINGEHÎN KIRIYE RE RÛ BI RÛ ME'    Nivîskar û Rojnameger Ahmet Altan diyar kir ku heta niha bi sedan caran hatiye darizandin û yekem car bi dadgeha ku Sûcê Qanûna Bingehîn kiriye re tê rûqalî hev û wiha got: "Ez di dozên wesayeta leşkerî û 28'ê Sibatê de li DGM'yan hatim darizandin. Yekem car rastî dadgeha ku Sûcê Qanûna Bingehîn kiriye re têm rûqalî hev. Di dîroka Komarê de mînaka vê yekê tune ye. Divê dewletek destûr nede biryara du dadger û siyasetmedaran.  "   Prof. Dr. Mehmet Altan jî anî ziman ku 18 mehin li dijî zagonan girtî ye û wiha got: “AYM 3 caran biryara îhlala maf da. Ger ku Dadgeha Qanûna Bingehîn wekî dîwna Bilind ez darizandima ez niha 3 caran beraat bûma. Hiqûqa Gerdûnî ji bo me hemûyan derbasdar e. Nêzîkatiya ku AYM'ê nas nake dînamîtkirina dewleta hiqûqê ye.    Yakup Şimşek, Fevzi Yazici û Şukru Tugrul Ozşengul jî parastin kirin û beraetên xwe xwestin.  Tibet Murat Sanliman jî diyar kir ku bê sûc e û beraeta xwe xwest.    CEZAYÊ MUEBETÊ DAN BIRA AHMET Û MEHMET ALTAN   Piştî rojnamegeran parastin kir û dozger ceza xwest, heyeta dadgehê biryar da. Dadgehê bi sûcê Qanûna Bingehîn îhlal kiriye li rojnameger û nivîskar Ahmet Altan,  Mehmet Altan, Nazli Ilicak û li kesên tevî wan girtî tên darizandin Fevzi Yazici, Yakup Şimşek û Şukru Tugrul Ozşengul cezayê muebetê birî.