8 sal û 6 meh ceza li Hevşaredara Agiriyê Kûbîlay birîn 2018-02-16 15:11:34 AGIRÎ - Bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê " û "Propagandaya rêxistinê kirin" 8 sal, 6 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay a girtî, hat birîn.  Hevşaredara Agiriyê Mûkaddes Kûbîlay a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û ji 27'ê Kanûna 2016'an ve di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye, îro danişîna doza wê ya bi tawanbariyên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kirin" lê hatibû vekirin pêk hat. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Agiriyê pêk hat. Kûbîlayê beşdarbûyîna bi riya SEGBÎS'ê red kir û tev li danişînê nebû. Kûbîlayê bi riya parêzerên xwe ragihand dadehê ku ew SEGBÎS'ê baş nabîne û mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Ji ber vê Kûbîlay tev li danişînê nebû, tenê parêzerên wê tev li danişînê bûn.    'JI BO QEYÛM TAYÎNÎ ŞAREDARIYÊ BÊ KIRIN DOZ HAT VEKIRIN'    Parêzeran di danişînê de muwekîla xwe parastin û tiştên muwekîla wan pê tê tawanbarkirin hemû fealiyetên partiya siyasî ne û divê daxuyaniyên û hevpeyvînên wê yên ji bo rojname û civînên çapemeniyê di çarçoveya azadiya ramanê de bên nirxandin. Parêzeran got lêpirsîn bi awayekî derhûqûqî hatiye kirin û ji bo qeyûm tayînî Şaredariya Agiriyê bê kirin doz hatiye vekirin û daxwaza berdana muwekîla xwe kirin.    8 SAL Û 6 MEH û 15 ROJA CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ    Piştî aparastina parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh û bi tawanbariya "propagandaya rêxistinê" jî sal û 15 roj cezayê girtîgehê li Kûbîlayê birî.    Parêzeran bertek nîşanî biryarê da û got ew ê îtiraz bikin.