Dozger berdewama girtina Demîrtaş xwest 2018-02-16 14:55:45 ENQERE – Dozger piştî parastina Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ya 3 rojan ku 15 mehin girtî ye, berdewama girtina wî xwest.  Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku 15 mehin girtî ye, 3 rojin parastinê dike. Piştî parastina 3 rojan dozger der barê Demîrtaş de mutala xwend û berdewama girtina Demîrtaş xwest.    Dozger xwest Demîrtaş ê 15 mehin girtî ye, ji bo parastinê bike dem bê dayîn û bi sedema şika sûcê xurt li ser wî heye xwest girtî bê darizandin. Parastina parêzeran a li dijî daxwaza dozger didome.