Nexweşê pençeşêra kolonê Devrîm Ayik roj bi roj dihele 2018-02-16 14:22:16 ANTALYA - Hulya Ayik ji bo kurê xwe yê nexweşê pençeşêra kolonê Devrîm Ayik ê girtî tê darizandin, banga hestiyariyê kir û got: “Her roja diçe kurê min dihele. Divê demildest bê dermankirin.” Xebatkarê kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê di 2’yê Cotmeha 2015’an de li Îzmîrê hat binçavkirin û girtin her roja diçe rewşa tenduristiya wî xerabtir dibe. Ayik, piştî hat girtin dermankirina nexweşiya wî ya pençeşêrê di nêvî de ma. Ji ber şert û mercên girtigehê nexweşiya Ayik giran dibe û hatiye ber sînorê mirinê. Ayik di 17’ê Nîsana 2017’an de rewşa wî pir xerab bû û rakiribûn nexweşxanê. Ayik ê 15 saetan nehat ser hişê xwe, di 11’ê Gulanê de emeliyat kirin. Ayik ê 60 santîm rûvîyê wî jê kirin, nêzî mehekê li Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyurt a Îzmîrê hat dermankirin.   NEXWEŞIYA WÎ PÊŞ KET   Ayik piştî dermankirinê cardin dişînin Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê, hefteya kêliyên emeliyeta wî hatin vekirin sîrgûnê Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kirin. Ayik ê 9 mehin li Girtîgeha Antalyayê dimîne, ji ber ku nayê derman kirin û di derfetên ne tendurist de jî rewşa wî girantir bûye. Ayik êdî nikare xarin bixwe û pir kîlo dane. Ayik ji ber ku ji hêzê ketiye, bi alîkariya hevalên xwe yên girtîgehê radibe ser piyan û tevdigere. Ayik ê di sala 2006’an de qeza derbas kir û çavekê xwe winda kir, ser êşek giran derbas dike û çavên wî hêdî hêdî kûr dibe. Dayîka Ayik Hulya  Ayik derbarê tenduristiya kurê xwe de agahî da û wiha axivî: “Ji bo em rapora kurê min birin me derxist şandeyê. Lê ji be şandeyê zanî kurê min girtiyê siyasiye bêyî ku dosyayê vekin, gotin ku pêdivî pê tuneye.”   ‘HER ROJA DIÇE KÎLO DIDE’   Dayîk Ayik, da zanîn ku lîsteyeke diyetê diyetîsyên da bû kurê wê û wiha got: “Lê ev rewşa kurê min li girtîgehê ber çavan nayê girtin. Di hevdîtinên girtî de kurê min bi zorê li ser piyan dimîne. Ligel ku min û hevalên wî ji gardiyenan xwest sandeleyekê bidinê ku ser rûne jî, lê nedanê. Devrîm li erdê rûdine û hewl dide wisan biaxive. Ez mîna dayîkekê bang wijdan û hestiyarêyê li rayedar, sazî û dezgên civakî dikim ku bikevin nava tevgerê. Dixwazim kurê min bê berdan û dervede bê dermankirin.”    Li aliye din ji bo Devrîm Ayik kampanyaya îmzeyan a change.org hat destpêkirin û Iinka îmzeyê wihaye:    “Change.org a kampanya da dest pê kirin https://www.change.org/p/adalet-bakanl%C4%B1%C4%9F%C4%B1-kolon-kanseri-devrim-ay%C4%B1k-serbest-b%C4%B1rak%C4%B1ls%C4%B1n”