Rojnameger Denîz Yucel hat berdan 2018-02-16 14:03:40 STENBOL – Parêzer Veysel Ok ragihand ku nûçegihanê Die Welt Denîz Yucel hat berdan. Di 27’ê sibata 2017’an de nûçegihanê rojnameya Elman Die Welt Denîz Yucel bi hinceta “Gel arasteyî kîn û dijminahiyê û propagandaya rêxistinê dike” hatibû girtin. Yucel nêzî salekê ye li Girtîgeha Silîvrî dihat girtin. Parêzerê Yucel, di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand ku rojnameger Yucel hatiye tahliyekirin û got: “Û di taliyê de ji bo miwekîlê min Denîz Yucel biryara berdanê derket.”    Di rojên dawî de herî zêde Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê rojnameger Yucel de daxuynî dida. Yildirim beriya ziyareta xwe Elmanya gotibû “Ez hêvî dikim ku dê demek kurt de bê berdan. Ez nêrîna ku dê di demek nêz de geşdan li pêş bikeve de me.” Yildirim duh jî li gel Serokwezîra Elmanya Angela Markel li Berlînê hevdîtin pêk anîbû û civînek hevpar a çapeniyê dabûn. Yildirim got “Danişîn pêk were ji bo Denîz Yucel dibe ku hêvî derkeve.”   ERDOGAN GOTIBÛ ‘SÎXÛR E’    Tirkiye û Elmanya der barê Denîz Yucel de gelek daxuyaniyan dabûn lê heta niha tu encam jê derneketibû. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Tayyîp Erdogan di daxuyaniyek xwe ya beriya referandûma 16’ê Nîsana 2017’an de ji Yucel re gotibû “Sîxûrê Elmanan e.”    ÎDIAYA TAKASÊ    Her wiha rojnameya Bîld îdia kiribû ku Erdogan ji bo Denîz Yucel xwestiye bi du generalên kevn ên li Elmanya bicih bûne takas bê kirin.