Dozger rojên binçavkirina Gokkan dirêj kirin 2018-02-16 13:26:37 MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan ku 11 rojin li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê di bin çavan de ye, dozger heta duşemê rojên binçavkirina wê dirêj kir.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a di 5'ê Sibatê de li navçeya Nisêbînê hat binçavkirin, 11 rojin li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê di bin çavan de tê girtin. Dozger der barê Ayşe Gokkan de heta duyemê rojên binçavkirina wê dirêj kir. Parêzeran diyar kirin ku rojên binçavkirina Gokkan cara duyem e dirêj dikin û li bendê ye ku duşemê derxin pêşberî dozgeriyê.    Gokkan, di bin çavan de ji ber rewşa tenduristiya wê xera bû 2 caran serûm dan wê.