Karkerê ji înşeatê ket mir 2018-02-16 12:45:21 ÎZMÎR– Li Bayrakliyê, karker Fatîh Arslan ê ji înşeatê ket mir.  Li Taxa Mansûroglû ya Bayrakliya Îzmîrê, bavê 3 zarokan karkerê înşeatê Fatîh Arslanê di îneşatê de dixebitî, dema li ser banê înşeatê malzeme dikişand ket erdê. Arslan li ser betonê ket û bi giranî birîndar bû. Polîs û ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, li rewşa Arslan nihêrîn û diyar kirin ku Arslan miriye.    Ji bo otopsiyê cenazeyê Arslan rakirin Morga Saziya Tiba Edlî ya Îzmîrê.