Balafir li Îzmirê ket, 2 pîlot mirin 2018-02-16 12:28:48 ÎZMÎR-  Balafira perwerdehiyê ya leşkerî ya ji Fermandariya Binkeya Jeta Sereke ya 2'yemîn a Çîgliyê rabû ket. 2 pîlot mirin.    Lî Îzmîrê, îro saet li dor 11.00'an balafira perwerdehiyê ya leşkerî ya ji Fermandariya Binkeya Jeta Sereke ya 2'yemîn a Çîgliyê rabû ket. Hat diyarkirin ku piştî balafir rabûye, demek şûn de ketiye. 2 pîlotên leşkerî yên di balafirê de mirin.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) der barê bûyerê de daxuyanî da û got di 16'ê Sibata 2018'an de li balafireke wan a perwerdehiyê dema ji bo tecrûbeyê rabûye ketiye û 2 pîlotên wan mirine. bûyerê de daxuyanî da û got di 16'ê Sibata 2018'an de li balafireke wan a perwerdehiyê dema ji bo tecrûbeyê rabûye ketiye û 2 pîlotên wan mirine.