Girtiyên jimartina leşkerî qebûl nekirin hatin derpkirin 2018-02-16 11:36:07 XARPÊT – Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê diyar kirin ku girtiyan ji ber di rêzgirtinê de nehiştine jimartin pêk bê, gardiyanan ew derp kiriye.  Li Xarpêtê li dijî girtiyan binpêkirina mafan û derpkirin didome. Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê, gardiyanan girtiyên ji doza Partîzan jî di nav de gelek girtî derp kirine. Malbatên çûn hevdîtina girtiyan diyar kirin ku li ser bedena girtiyan şopê derpkirinê hebûn û bi boneya girtiyan di rêzgirtinê ne de nehiştine jimartin pêk bê gardiyanan wan derp kiriye. Omer Bînen ê di heman girtîgehê de dimîne jî di hevdîtina bi telefonê ya li gel malbata xwe anî ziman ku ji ber girtiyan ferzkirina jimartina di nizama leşkerî de qebûl nekiriye gardiyanan tundî li wan kiriye.    Malbatan derbirî ku ew ji jiyana xizmên xwe bi fikarin û got: “Heke zextên li ser girtiyan dewam bike, dê girtî dest bi greva birçîbûnê bikin.”    BANG LI AGBABA KIRIN   Malbatên girtiyan bang li Endamê Komîsyona Şopandina Mafê Mirovan a TBMM’ê Parlamenter Velî Agbaba kirin û xwestin Agbaba bila biçe girtîgehê ziyaret bike û binpêkirinên mafan ên diqewimin bi raya giştî re parve bike.