Gardiyanên Girtîgeha Tarsusê: Em ê vir vegerênin Efrînê 2018-02-16 09:07:27 MÊRDÎN - Nurcan Aslan a li Girtîgeha Tipa T a Tarsusê girtî ye, destnîşan kir ku êrîşên ser girtiyan her diçe zêdetir dibe û wiha got: "Gardiyanan bi gotinên wekî 'Em ê vir vegerînin Efrînê' gefan li me dixwen" Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê her diçe gef û êrîş li ser girtiyan zêde dibe. Nurcan Aslan a di 14'ê Adara 2016'an de di dema qedexeya derketina kolanan a li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de hatîbû girtin, bi rêya telefonê der barê êrîş û zextên li girtîgehê de agahî da. Bavê Nurcan Aslan Nevzat Aslan da zanîn ku êrîş, îşkence û binpêkirina mafan bûne rewşek ji rêzê û ev tişt anî ziman: "Her roj tiştên nû li ser girtiyan ferz dikin."   ÎDDIYA GARDIYANÊN SERXWEŞ!   Aslan anî ziman ku keça wî roja hat girtin heya îro her tim behsa îşkence û binpêkirina mafên dike. Aslan tiştên keça wî jêre parvekirin wiha vegot:  “Ji xwe hemû mafên wan hatine astengkirin. Herî dawî da zanîn ku gardiyanên serxweş êrîşê wan dikin û bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Li ser telefonê ji min re got gardiyan bi gotinên wekî ‘Em ê vir vegerînin Efrînê’ gef li wan xwarine. Dema li ser telefonê qala îşkenceyê dikir, telefon hat qutkirin. Dengê wan dihat min lê dengê min nediçû. Ji ber ku keça min qala îşkenceyê kir, gardiyan bi keça min re ket nîqaşê.”   ‘EM NIZANIN GILIYÊN XWE LI KU BIKIN’   Aslan diyar kir ku ew ji ber êrîş û îşkenceyên li ser girtiyan bi guman in û wiha axivî: “Derfetên me tune em herin Mêrsînê. Me telefona şaxa ÎHD’a Mêrsînê kir lê gotin em nikarin bi telefonê alîkarî bidin. Em nizanin giliyên xwe li ku bikin. Dive saziyên sivîl li ser vê mijarê rawestin û li girtîgehê lêkolînan bikin.”