Malbatên Roboskê: Edalet bi qebûlkirina rastiyan pêk tê 2018-02-15 18:01:14 ŞIRNEX - Malbat û xizmên 34 kesên li Roboskê di êrîşa balafirên şer de jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 320’an de li ser goristanê kom bûn û daxuyanî dan. Malbatên Roboskê diyar kirin ku ji bo edalet cihê xwe bibîne divê rastiyan qebûl bikin û bi rastiyan re bên rûqalî hev."  Malbat û xizmên 19 jê zarok 34 kesên ku balafirên şer li ser sînorê Roboskê bombe kirin jiyana xwe ji dest dan, di hefteya 320’an de li ser goristanê daxuyani dan. Zîlan Encu ya bavê wê Şivan Encu di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da li ser navê malbatan daxuyanî da. Diyar kir ku wan heta niha ji bo edalet û hiqûqê serî li gelek deriyên sazî û dezgehan dane, lê encam bi dest nexistine. Zîlan Encu, anî ziman ku 320 hefte ye ji bo edalet, hiqûq û wîcdan derdikevin kolanê û bang dikin, lê dengê wan nayê bihîstin û wiha got: "Hiqûqa li Roboskê xetimiye îro ji bo Ferhat Encu dixebite û wekîltiya wî tê xistin. Heta ku bi rastiyê re rûqalî hev nebin û rastiyê qebûl nekin edalet pêk nayê. Ji bo edaletê divê berî her tişti hesap ji vê yekê bê pirsîn."