Doza Şahîn Oner 5 sal şûnde dest pê kir: Polîsê bersûc tev li danişînê nebû 2018-02-15 16:25:05 AMED - Danişîna doza polîs S.K. yê Şahîn Oner di bin maşîna zirxî de eciqand û kuşt piştî 5 sal şûnde dest pê kir. Polîsê kujer di danişînê de amade nebû. Daxwaza girtina polîs hat redkirin.  Yekemîn danişîna doza polîs S.K. yê di 10'ê Sibata 2013'an de li semta Şehitlika Yenîşehîra Amedê çalakgerê 15'e Sibatê Şahîn Oner (19) di bin maşina zirxî de hişt û kuşt li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna dozê de polîsê bersûc S.K. di salonê amade nebû. Bavê Şahîn Oner Mehmet Şîrîn Oner û xizmên Oner amade bûn. Dîsa parêzerên Onen li salonê amade bûn. Piştî biryara Dadgeha Îstinafê hat xwendin parêzerê polîs S.K. Îbrahim Kaygusuz parastin kir. Parêzerê polîsê bersûc Kaygusuz, diyar kir ku muwekilê wî li navçeya Beykoz a Stenbolê li Amîrtiya Midûriyeta Polîsan peywirdar e û xwest dozê neqlî dadgeha Stenbolê ango ya Sakaryayê bikin. Prz. Kaykusuz, parast ku ji ber ewlehiya darizandinê dixwaze doz bê neqilkirin.    DAXWAZA GIRTINA POLÎS RED KIRIN   Piştî parêzerê polîs parastin kir, parêzerê malbata Şahîn Oner û di heman demê de endamê Komîsyona Hiqûqê ya Mafên Mirovan a ÎHD'a Amedê Prz. Abdullah Zeytun, axivî. Prz. Zeydan, diyar kir ku ew ji bersûc bi gilî ne û xwest tev li danişinê bibe û girtî bê darizandin. Zeytun, anî ziman ku piştî polîsê bersûc li dadgehê paratin kir ew dê bi delîlên xurt û şênber tev li danişînê bibin. Parêzera ÎHD'ê Prz. Rehşan Bataray Saman jî diyar kir ku bûyerek pir wahîm e û wiha got: "Ji ber şekl û rengê bûyerê divê polîs girtî bê darizandin. Şahidan der barê bûyerê de aşkere her tişt gotin. Tevû ku Şahîn Oner destê xwe bilind kiriye û xwestiye raweste jî disa polîs lê xistiye û kuştiye. Di rapora ATK'ê û daxuyaniyên şahidan de ev yek aşkere ye. Divê ev yek li ber çavan bê girtin û polîs girtî bê darizandin. Ji ber ku polîs hêj serbest e û li ser karê xwe ye, dibe ku bandorê li ser şahidan bike.    Heyeta dadgehê biryar aşkere kir û bavê Şahîn oner Mehmet Şîrin Oner û parêzerên wî tev li dozê bibin. Heyetê daxwaza neqîla dozê red kir û xwest ij bo vê yekê serî li Wezareta Dadê bidin. Heyetê daxwaza parêzerê malbata Oner ya "Bila polîsê bersûc bê girtin" jî red kir. Heyetê xwest ji bo lêkolîna li ser maşînê û rapora Kesên Zana maşîna zirxi bînin Edliyeya Amedê. Heyetê biryar da ku bersûc di danişînek din de bi riya SEGBİS'ê tev li danişîna dozê bibe. Heyetê doz taloqî meha Gulanê kir.    DER BARÊ BÛYERÊ DE    Di 10'ê Sibata 2013'an de li taxa Şehîtlîk a Amedê di çalakiya şermezarkirina 15'ê Sibatê de polîsan êrîşê çalakiyê kiribû û ciwanê bi navê Şahîn Oner di bin maşîneya zirxî ya polîsan de jiyana xwe ji dest dabû. Şeva ku Oner jiyana xwe ji dest da Waliyê Amedê Mustafa Toprak daxuyanî dabû û gotibû "Şahîn Oner dema dixwest teqemenî bavêje polîsan miriye." Pişt re ajansa DÎHA qeydên ambulansan weşandibû û derxistibû holê ku Oner di bin maşîneya zirxî de mayê û bi birîndarî li Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê hatiye rawestandin.